Jiyan

Yên ji germê aciz dibin li Avgura Muradiyeyê hênik dibin

Di roja dawîn a betlaneya eydê da welatî ji bo ku bêhna xwe bidin û hênik bibin çûn Avgura Muradiyeyê

Türkan Tosun  | 09.06.2019 - Rojanekırın : 13.06.2019
Yên ji germê aciz dibin li Avgura Muradiyeyê hênik dibin

Van

Li Wanê gelek kes ji ber germê aciz dibin û ji bo ku hênik bibin diçin Avgura Muradiyeyê.

Avgura Muradiyeyê li bajêr cihekî navdar e, ji bilî turîstên ji derva tên gelê Wanê jî tê ziyareta vê derê.

Yên ji germê aciz dibin li Avgura Muradiyeyê hênik dibin

Li Wanê gelek kes ji ber germê aciz dibin û ji bo ku hênik bibin diçin Avgura Muradiyeyê.Avgura Muradiyeyê li bajêr cihekî navdar e, ji bilî turîstên ji derva tên gelê Wanê jî tê ziyareta vê derê.Di Eyda Remezanê da gelek kes çûn avgurê ku hênik bibin û bêhna xwe bidin. ( Serdar Bayram Muslu - Anadolu Agency )

Di Eyda Remezanê da gelek kes çûn avgurê ku hênik bibin û bêhna xwe bidin.

Turîstên hatin avgurê wêne kişandin, seyranê kirin, bêhna xwe dan û vegeriyan malên xwe.

- "Cihekî pir xweş e"

Enbiya Halîsê ji Mersînê hatiye Wanê got Avgura Muradiyeyê cihekî nuwaze ye û wiha axivî: "Ev der cihekî wisa ye ku divê bê dîtin. Cara ewil e em hatin. Xwedê kir em hatin. Cihekî pir xweş e, em pir kêfxweş bûn. Qasî ku digotin heye, hê zêdetir e."

Welatiyên seyranê dikirin jî gotin ew ji bo ku hênik bibin hatine vê derê.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın