Xwendekaran dîwarên dibistanên xwe bi resmên heywanên çiyayî neqişandin
Şanlıurfa
Ji bo ku li Tirkiyeyê cureyên biyolojîk ên beriyê werin parastin, li Şanliurfayê di çarçoveya "Parastina Ekosîstemên Beriyê yên Tirkiyeyê û Rêvebirina Demdirêj" da xwendekaran ser dîwarên dibistanên xwe resma nebat û heywanên ku li beriyê dijîn, çêkirin.
Bi piştgiriya fînansal a Rêxistina Xida û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO), Midûriya Giştî ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî ya Wezareta Çandinî û Daristanê, Midûriya Giştî ya Hilberîna Nebatî û Fona Hawirdora Kurewî ya Midûriya Giştî ya Daristanan di çarçoveya "Parastina Ekosîstemên Beriyê yên Tirkiyeyê û Rêvebirina Demdirêj" da li Qada Xurtkirina Jiyana Kovî ya Kizilkuyuyê ya Şanliurfayê, Parka Neteweyî ya Çiyayê Tek Tekê û Beriyên Qerecdagê xebatên curbecur tên meşandin.
Di çarçoveya çalakiyên dibistanan ên projeyê da pêşbazî hatin lidarxistin û xwendekarên ku serkeftî bûn, ji bo wan li Dibistana Seretayî ya Guzelkuyuyê merasim hat lidarxistin û xelatên wan hatin dayîn. Di çarçoveya çalakiyê da xwendekaran li ser dîwarên dibistanên xwe resmên heywanên ku li beriyê dijîn, çêkirin û boyax kirin.