Jiyan

Xwediyê xizangan li bendê ne ku rûyê Gola Çildirê bicemide

Günay Nuh, Cüneyt Çelik   | 04.12.2021
Xwediyê xizangan li bendê ne ku rûyê Gola Çildirê bicemide Cüneyt Çelik - AA

Ardahan

 Li Erdexanê xwediyên xizangan êdî hespên xwe ji tewleyan derdixin, di nav berfê da digerînin da ku ji bo xizangê amade bikin. Xwediyê xizangan li bendê ne ku rûyê Gola Çildirê bicemide.

Gola Çildirê ya di navbera Qers û Erdexanê da zivistanê dicemide û di nav destînasyona turîzma herêmê da cî digre.

Gol havînê bi xweşikahiyên siruştî, zivistanê jî bi xizangên hespan û masîgiriya binê qeşayê ji ziyaretvanan eleqeyê dibîne.

Rûyê golê yê li aliyê Qersê êdî dicemide û xwediyê xizangan jî hespên xwe amade dikin.

Xwediyên xizangan hespên xwe rengrengî dixemilînin, qoşî xizangan dikin û li eraziyê dora golê digerînin. Li bendê ne ku rûyê golê bicemide û xizang li ser bigerin.

- Turîstan bi xizangê li ser berfê digerînin

Hin xwediyên xizangan turîstan li xizangên hespan siwar dikin û di nav berfa li dora golê da digerînin.

Kurtuluş Kiliçê xwediyê xizangê yê ji Erdexanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got bi barîna berfê kêfxweş bûn.

Kiliç got ji bo hespan amade bikin û hînî xizangê bikin ji niha va derdixin derva û wiha pê da çû: "Dibê simê hespan hînî berfê bibin. Niha ku gol bicemide em ê bi xizangê li ser bigerin û ziyaretvanan bigerînin. Lêbelê dibê pêşda hesp û xizang werin amadekirin û hînkirin. Beriya destpêkirina sezonê li vê derê me da ku amadehiyên xwe bikim."

Ertan Daşdemirê li Qersê xwediyê xizangê ye jî got aliyekî golê ji niha va cemidî.

Daşdemir got li dora golê turîstan digerînin û wiha axivî: "Kesên tên vê derê hespên li ser qeşaya golê mereq dikin. Em li ser qeşaya golê hinekî geriyan, heke di nav çend rojan da qalindahiye qeşayê zêde bibe em ê bi hespan jî derkevin ser û ziyaretvanan bi xizangê bigerînin. Em li benda turîstên xwecî û biyanî ne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın