Jiyan

Xebatên ji bo dîtina hemşîreyê di Çemê Miksê da winda bûbû li texma "Çemê Sîdanê" didomin

Fecri Barlık  | 06.08.2022 - Rojanekırın : 07.08.2022
Xebatên ji bo dîtina hemşîreyê di Çemê Miksê da winda bûbû li texma "Çemê Sîdanê" didomin

Siirt

 Li Perwariya navçeya Sêrtê ji bo dîtina hemşîre Eyup Guneşê bi ava Çemê Miksê da çû 57 roj e xebat tên meşandin.

Xebatên ji bo dîtina Eyup Guneşê ku dema li bajaroka Begendîkê di 11ê Hezîranê da bi hevalên xwe ra seyran dikir û hevala wan di avê da çû û wî jî ji bo xilaskirinê xwe avêt avê û winda bû, dewam dikin.

Xebatên ji bo dîtina hemşîreyê di Çemê Miksê da winda bû li texma "Çemê Sîdanê" didomin.

Ji xeynî Tîma Lêgerîn û Xilaskirinê ya Binavê ya Bedlîsê, peywirdarên cendirme, ekîbên UMKE û AFADê û gundparêz ji bo dîtina Guneş dixebitin.

Halîme Tîmurtaşa di Midûriya Tenduristiyê ya Perwariyê wezîfedar bû ji ber ku lingê wê teisîbû ketibû Çemê Miksê û kesên derdorê çiqas hewl dabûn jî nikaribûn wê xelas bikin. Hemşîre Eyup Guneş jî ji bo hevala xwe xelas bike xwe avêtibû çem, lê di ro da çûbû û winda bûbû.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.