Jiyan

Xebatkarên tenduristiyê li Zozana Sariyê koçer aşî kirin

Sidar Can Eren   | 14.07.2021
Xebatkarên tenduristiyê li Zozana Sariyê koçer aşî kirin

Tunceli

Ekîbên tenduristiyê yên li Tunceliyê ji bo têkoşîna li hemberî şewba Kovîd-19ê bi şev û roj dixebitin naxwazin kes bê aşî bimîne û li navçeya Nazimiyeyê derketin Zozana Sariyê ya qasî 3 hezar metre bilindahiya wê heye û koçerên li wê derê kon vekirine aşî kirin.

Xebatkarên tenduristiyê di têkoşîna li hemberî Kovîd-19ê da di eniya ewil da cî digirin û ew ji bilî bajêr li navçe, gund, gom, bajarok, deşt û zozanan jî li ser karê xwe ne û welatiyan ji xizmeta aşîbûnê mehrûm nahêlin.

Ekîbên tenduristiyê yên wezîfedar bi tava sibehê ra di bin kordînetiya Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr da dest bi xebatên xwe yên aşîkirina welatiyan dikin û ji gundan bigre heta zevî û zozanan dest bi aşîkirina welatiyan dikin.

Li bajêr bi qasî 90 xebatkarên tenduristiyê di ekîba aşîkirinê da cî digirin û ji komê Dr. Velî Sonnur Şenlîk û hemşîr Yusuf Demir û ekîba tenduristiyê ya bi wan ra jî ji bo aşîkirina koçeran dixebitin.

Ekîb ji navenda navçeyê bi wesayîtan derketin û ji rêyên zor û zehmet ên çiv û qewên wê zêde ne ra derbas bûn û piştî rêwîtiyeke 7 saetan dewam kir xwe gihandin Zozana Sariyê.

Koçerên ku ji ber şivan û gavaniya pez û dewarên xwe dikin û nikarin biçin navend û navçeyan aşî bibin bi saya xizmeta hat ber piyê wan li ser kar û barê xwe aşî bûn.

- "Em xizmetê dibin bal welatiyên xwe"

Doxtor Velî Sonnur Şenlîk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di çarçoveya têkoşîna li hemberî şewba Kovîd-19ê da xebatê bi biryardarî dewam dikin û wiha domand: "Li Tunceliyê ji ber erdnîgariya bajêr hin caran aşîkirina welatiyan dereng dikeve. Ji meha rêbendanê vir va me li bajêr dest bi xebatên aşîkirinê kir. Li navçeyê me aşîkirina welatiyên me yên nexweşên nav ciyan in û yên astengdar temam kir. Îro jî em li Zozana Sariyê ya Nazimiyeyê ne. Li vê derê piranî welatiyên me yên xwedî pez û dewar in hene. Ew ji ber ku qasî 3-4 mehan li vê derê dimînin nikarin werin navendên tenduristiyê û aşî bibin. Wan serî li Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr xistine û li ser vê em jî hatin û wan aşî dikin."

- "Em ji wan ra spas dikin û bi hatina wan jî kêfxweş bûn"

Ji endamên malbateke koçer Mahmut Gundogduyê 22 salî ku zanîngehê dixwîne got ku ew havînê tevlî heywanan derdikevin zozanan û ev kar ji bav û kalan ji wan ra maye û wiha domand: "Hewla me ya ji bo jiyanê li vê derê didome. Ji bo aşîkirinê xebatkarên tenduristiyê hatin. Me serlêdan kiribû. Wan jî agahiyên hewce dikirin ji me xwestin û paşê hatine. Em ji wan ra gelek spas dikin. Me nikaribû em herin û aşî bibin. Lewra em li vê derê bi şev û roj li pey pez û dewara ne. Em ji wan ra spas dikin û bi hatina wan jî kêfxweş bûn."

Pamuk Gundogduyê jî destnîşan kir ku ew nikarin biçin nexweşxaneyan û aşî bibin û ji ber vê xizmeta xebatkarên tenduristiyê kêfxweş bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın