Jiyan

Xanima zozanê ji bo malbata xwe zehmetiyan dikşîne û debara malê dike

Xanim Sefaya li Îdirê dijî bi hatina biharê va hat zozanên Agiriyê û di nav zor û zehmetiyê da hewl dide ku bi kêrî aboriya malê bê.

Türkan Tosun,Önder Beyter   | 28.10.2020
Xanima zozanê ji bo malbata xwe zehmetiyan dikşîne û debara malê dike ( Cemal Çavdar - Anadolu Ajansı )

Ağrı

 Xanim Sefaya li Îdirê dijî bi hatina biharê va hat zozanên Agiriyê û di nav zor û zehmetiyê da hewl dide ku bi kêrî aboriya malê bê.

Dema bihar tê Xanim Sefa û mêrê wê Osman Sefa 2 zarokên xwe jî hildidin diçin zozanên Erzirom û Qersê. Lê îsal ew hatin zozanên Eleşgira navçeya Agiriyê.

Malbata koçer li quntara Çiyayên Guneykayayê konên xwe danî û li vir niha heywanên xwe diçêrînin û zexîreya xwe ya zivistanê hildidin.

Sefa 6 meh e li zozanê serê sibê radibe, kar û barên konê dike, nîvro heywanan didoşe û şîrê pez û bizinan difroşe mandirayê ku bi vî pereyî va debara malê bê kirin.

Xanima zozanê ji bo malbata xwe zehmetiyan dikşîne û debara malê dike

Hanim Sefayê ku di jiyana dijwar a bêrîvaniyê da karê giran ê malbatê bi serê xwe dike, ji şîr berhemên cuda digire, wate zexîreya zivistanê ya malbatê digire.

Li zozanê ku bi hatina payîzê ra darên li dewrûberê reng guherandin, jiyana dijwar a koçeriyê ya Hanim Sefayê û malbata wê ji hêla peyamnêrê AAyê bi droneê ji hewa da hat kişandin.

- "Li zozan jiyana bi serê xwe ne hêsan e"

Hanim Sefayê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew ji biharê vir va li zozan e û li ciyê ku ew lê ne jî pirsgirêka wan a avê çênebû.

Sefayê bal kişand hewaya zozan zehf paqij e û wiha dewam kir:

"Bedewiya zozanê me, bedewiyeke nedîtî ye. Me havînê pez dot, şîr firot mandireyê. Her wisa me zexîreya xwe jî girt. Em li vê derê nan li tendûrê dixin û her wiha em li vê derê wekî malbatekê dijîn. Jiyana li zozanê ya bi serê xwe ji bo jinekê ne hêsan e û jixwe herkes nikare vê yekê bike. Bêrîvanên li herêmên din vegeriyan, lê ji bo me jiyana li zozan hê jî dewam dike."

Osman Sefa jî diyar kir ku ew li zozan heywandariyê dikin û ew ê dawiya mehê dest bi dagêrê bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın