Jiyan

"Xêliya spî" li mekanên dîrokî yên Diyarbekirê dîmenên xweşik derxist holê

Mekanên dîrokî yên li Diyarbekirê bi barîna berfê dîmenên xweşik derxistin holê.

Elif Irmak   | 19.01.2021
"Xêliya spî" li mekanên dîrokî yên Diyarbekirê dîmenên xweşik derxist holê

Diyarbakir

 Mekanên dîrokî yên li Diyarbekirê bi barîna berfê dîmenên xweşik derxistin holê.

Ji ber berfa ku bi şev dest pê kir mekanên dîrokî yên Diyarbekira bajarê qedîm spî xemilîn.

Piştî ku berfa ewil a salê barî cihên dîrokî û çandî yên wekî Bircên Diyarbekirê yên ku di Lîsetaya Mîrateya Çandî ya Dinyayê ya UNESCOyê da cî digirin, Mizgefta Mezin a ku 5emîn Harema Şerî a Îslamê tê qebûlkirin, Kompleksa Muzeya Îçkaleyê, Pireya Deh Derî, muzeyên Ziya Gokalp, Cahît Sitki Taranci û Sezaî Karakoç dîmenên wekî qertpostalê derketin holê.

Ekîbên şaredariyê ji bo paqijkirina berfa li rê û peyarêyan kom bûye xebatên xwe didomîne.

Hin welatiyan jî bi guleyên berfê lîstin û kêfa berfê derxistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın