Jiyan

Waliyê Batmanê Şahîn ji jinika tenê dijî ra "çivîka mihebetê" şand

Afîfe Ozcan: "13 sal e herdu zarokên xwe nabînim. Ez ê navê zarokên xwe li çivîkan bikim. Her roj bi wan ra biaxivim"

Haydar Şahin  | 08.04.2020 - Rojanekırın : 11.04.2020
Waliyê Batmanê Şahîn ji jinika tenê dijî ra "çivîka mihebetê" şand

Batman

Jinika bi tena serê xwe dijî çivîka mihebetê xwest Hulusî Şahînê Waliyê Batmanê jê ra çivîk çand.

Ekîbên Wefaya Koma Piştgiriya Civakî yên hewcedariya welatiyên ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) nikarin derkevin derva dibînin daxwazên ecêb ên welatiyan jî bi cî tînin.

Afîfe Ozcana (50) li Taxa Hizûrê bi tena serê xwe dijî li Wefaya Koma Alîkariya Civakî geriya ji bo bi tenê nemîne ji wan çivîkeke mihebetê xwest.

Walî Şahîn bi vê hisiya û li ser telîmata wî ekîban 2 çivîkên mihebete kirîn û li mala Ozcanê teslîm kirin.

Ozcanê diyar kir ku 13 sal berê wê û mêrê wê hevdu berdan, mêrê wê zarok jî hildan û çû dervayê welêt, ji ber vê nikare zarokên xwe bibîne û gelekî bêriya wan kiriye.

Ozcanê navê Firat û Buşrayê yên zarokên xwe li çivîkan kir û wiha axivî:

"Ez li polêsan geriyam, nimareyeke din dan min. Min ji ekîban çivîk xwest. Ekîban ji min ra çivîk anîn. Dema min çivîk dîtin ez gelekî kêfxweş bûm. Xêncî Xwedê kesekî min tune. Ev 13 sal e ez herdu zarokên xwe nabînim. Ez ê navê zarokên xwe li çivîkan bikim. Her roj bi wan ra biaxivim."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın