Ahmet Dengeşik
13 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2026
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, Çelîk zozanê ku raqima wê nêzî 2 hezar û 600 mêtre ye, ziyaret kir û di konê berê yê ku ji mûyê bizinan hatiye çêkirin da bi rêncberan ra civiya û der barê fealiyetên heywandariya herêmê da agahî hilda.
Çelîk hiriya mihê birî, dotina şîr şopand û êvarê jî bi koçeran ra li dora agir rûnişt û tevî sohbetê bû.
Çelîk şeva xwe di kon da derbas kir û şeveqa sibê jî bi rêncberan ra taştêya xwe kir û mêrg û mexelên ku heywan lê tên çêrandin, di cî da dît.
Di daxuyaniyê da cih dan van gotinên Walî Çelîk:
"Bîngol ji bo xwedîkirina pez cihekî girîng e. Hizûr û ewlehiya li welêt seba kirina heywandariyê girîng e. Heke li welatekî hizûr hebe ev yek tê kirin. Hemd ji Xwedê ra îro hizûreke pir zêde heye. Welatiyên me bi dilekî rehet heywandariyê dikin. Me jî xwest ku em bibin şahidê vê jiyana wan, em kirin mêvan. Me şeva xwe bi wan ra derbas kir. Şeveke xweş bû. Înşeallah em ê ji vir û şûnda jî bi hilberînerên xwe ra bin."
Serokê Yekîtiya Hilberînerên Pez û Bizinên Dermale ya Bîngolê Alî Kaysadu jî diyar kir ku li zozanê nêzî 180 serî pez hene.
- "Em wekî koçer cara ewil bûn şahidê tiştekî wiha"
Koçer Huseyîn Morkoyun jî got ku Walî Çelîk şeva xwe di kon da derbas kir û wiha dewam kir, "Em kêfxweş in ku Walîyekî me yê pir nazik û mutewazî heye û em pê serbilind in. Yekî ji nava gel e. Em pir şa bûn ku hat vê derê. Em wekî koçer cara ewil bûn şahidê tiştekî wiha."