Jiyan

Turîstên biyanî eleqeyeke mezin nîşanî "Girên Keskesorê" didin

Turîstên biyanî eleqeyeke mezin nîşanî "Girên Keskesorê" didin ku li Îdirê dereke xweş û balkêş e

Nihat Kavşut  | 15.08.2019 - Rojanekırın : 18.08.2019
Turîstên biyanî eleqeyeke mezin nîşanî "Girên Keskesorê" didin

Iğdır

Turîstên biyanî eleqeyeke mezin nîşanî "Girên Keskesorê" didin ku li Îdirê dereke xweş û balkêş e.

Girên ku li rojavayê Tuzlucaya navçeya Îdirê dikevin bi xweliya xwe ya sor, qehweyî, zer, gewr û boz dîmenên xweş û balkêş derdixin meydanê û feydeyeke mezin didin turîzma herêmê.

Turîstên biyanî eleqeyeke mezin nîşanî "Girên Keskesorê" didin

Turîstên biyanî eleqeyeke mezin nîşanî "Girên Keskesorê" didin ku li Îdirê dereke xweş û balkêş e.Girên ku li rojavayê Tuzlucaya navçeya Îdirê dikevin bi xweliya xwe ya sor, qehweyî, zer, gewr û boz dîmenên xweş û balkêş derdixin meydanê û feydeyeke mezin didin turîzma herêmê.Fîrmayên ger û geştê turîstên ji bona gerê tên herêmê dibin Girên Keskesorê jî û wan digerînin. ( Hüseyin Yıldız - Anadolu Agency )

Fîrmayên ger û geştê turîstên ji bona gerê tên herêmê dibin Girên Keskesorê jî û wan digerînin.

- "Hejmara turîstên tên wê zede bibe"

Girên rengîn û hûr û mezin li ser sînorê Tirkiyeyê yê Ermenistan, Nexçivan û Îranê dikevin û balê dikişînin.

Mehmet Çevenê li Îdirê karê turîzmê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Girên Keskesorê li herêmê bûne ciyê turîzmê.

Çeven destnîşan kir Girên Keskesorê ji ber ciyê xwe jî eleqeyeke mezin dibîne û wiha got: "Li vê herêmê Qesra Îshaq Paşa, Gola Masiyan, Xirbeyên Aniyê û Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê hene. Kesên tên serdana van deran Girên Keskesorê jî ziyaret dikin. Her diçe ev der tê naskirin û hejmara turîstên tên wê zede bibe."

- "Ev der zehf xweş e, em kêfxweş bûn"

Asif Îqbalê ji Îngilistanê hatiye serdana Girên Keskesorê diyar kir ji girên li herêmê zehf hez kiriye.

Turîstên biyanî eleqeyeke mezin nîşanî "Girên Keskesorê" didin

Îqbal diyar kir li ser giran dîmen û menzereyên xweş hene û wiha got: "Ev der zehf xweş e, em kêfxweş bûn. Ez ji ger û hilkişîna çiyê hez dikim. Ez ê ji hevalên xwe ra behsa şikeft û girên ku em çûn lê geriyan bikim."

Filîp Catalînayê ji Romanyayê hatiye jî destnîşan kir dixwaze bi heval û malbata xwe ra careke din were û got ku zehf kêfa min pê ra hat.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın