Tekane şefa jin di Lûtkeya NATOyê de Sînem Ozler: Me menûyeke taybet amade kir
"Em wek sê şef û tîmên xwe çûn. Herkesî di qada xwe de menûyek amade kir. Xwarin hemû yên mitbexa Tirkiyê û Anadoluyê bûn. Jixwe xanima birêz Emîne Erdogan li ser vê mijarê bi taybet disekine."
10 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2026
photo: Fatma Nur Duman Arı / AA
Sinem Ozlera ku di lîsteya Michelinê de cih digire, bû yek ji wan sê şefên ku di çarçoveya 36emîn Lûtkeya NATOyê de menûya şîva fermî amade kirin.
Ozlerê mitbexa Tirkiyê kiriye navenda kariyera xwe û di şîva fermî ya lûtkeyê de mîrata gastronomiyê ya Tirkiyeyê pêşkêşî şandeyên navneteweyî kir.
Ozler bo AAyê axivî û diyar kir ku di çarçoveya NATOyê de xebateke zêde hat kirin.
Wêne : Fatma Nur Duman Arı/AA
Sînem Ozlerê bal kişand ser xebata tîma wir û wiha axivî: "Em sê şef bi tîmên xwe ve çûn. Herkesî di qada xwe de menûyek amade kir. Xwarin hemû yên mitbexaTirkiyê û Anadoluyê bûn. Jixwe xanima birêz Emîne Erdogan li ser vê mijarê bi taybet disekine. Wek şefeke jin, ez jî hatim vexwendin û ez ji ber vê pir kêfxweş im. Emîne xanim bi xwe bi taybetî bi xwarin û mêvanan re elaqedar bû."
Wêne : Fatma Nur Duman Arı/AA
Ozlerê da zanîn ku armanca wan nîşandana mitbex û çanda Tirk bû û destnîşan kir ku her du rojên li wir pir taybet û bi stres derbas bûn.
Herwiha got ku rojên 7-8ê Tîrmehê ji bo wan û hemû tîma Kûlliyeyê pir bi heyecan bûn û wiha pê de çû: "Me serbilindî û stres bi hev re derbas kir. Bi dîtina min ew du roj pir girîng bûn. Şikir ji Xwedê re, li gorî şîroveyan em hemû bi rûspî ji bin vî karî derketin. Li wir me li ser mitbexa Tirk û ya Anadoluyê xebat kir. Jixwe agahdarkirina (brîf) ku ji me re hatibû dayîn jî bi vî şiklî bû. Me bi taybetî ji bo nasandina çand û xwarinên xwe xebat kir."
Wêne : Fatma Nur Duman Arı/AA
"Me menûyeke xweş û taybet amade kir"
Ozlerê destnîşan kir ku bi taybetî kutilk û dolme xwarinên wê yên herî girîng in û der barê menûyê de ev agahî dan:
"Me engînar çêkir, engînarên me ji Urlayê hatin. Me malzemeyên xwe yên taybet hemû ji Anadoluyê anîn û menûyeke xweş amade kir. Min ji bo 300 kesî xwarin çêkir. Min menûyek wisa amade kir ku servîsa wê hêsan be û xwarin germ û bêyî ku kalîteya wan xera bibe bên pêşkêşkirin. Bi taybetî em li ser kutilk û helawa sîmîdê bi israr bûn. Xwarinên bi rûnê zeytûnê jî pir zêde bûn. Mêvanan jî pir eciband û hemû sênî vala zivirîn. Ev ji bo şefekê tiştê herî xweş e. Ji ber wê, em bi serbilindiyeke mezin ji wir veqetiyan."
Ozlerê got wek tekane şefa jin a di civîna bilind de cih girtiye û ev yek ji bo wê rûmeteke mezin e.
Wêne : Fatma Nur Duman Arı/AA
Tekane şefa jin di Lûtkeya NATOyê de Sînem Ozler: Me menûyeke taybet amade kir