Jiyan

Sûlavên li Çatakê yên ku bi barîna baranê ra gumrah bûn, bala xwezahezan dikişînin

Hakan Sarı  | 17.05.2022 - Rojanekırın : 18.05.2022
Sûlavên li Çatakê yên ku bi barîna baranê ra gumrah bûn, bala xwezahezan dikişînin

Van

 Li Çataka navçeya Wanê sûlavên Kanîspî û Baxên Dêrê bi bedewî û menzereya xwe ya newaze va bala xwezahezan dikişînin.

Sûlava Kanîspiyê ya li biniya navçeyê û her wiha Sûlava Baxên Dêrê ya 15 kîlometre dûrî navçeyê, bi hatina biharê ra reng û dîmenekî sipehî werdigirin.

Xwezahezên tên dîtina sûlavan jî hem kêfa dîtina sûlavan dikin û hem jî wêneyên sûlavên diherikin xwarê dikişînin.

Xwezahez Cuneyt Naspen diyar kir, xwezaya nedîtî ya sûlavan merivan sermest dike.

Naspen diyar kir ku wî wêneyên van menzereyên xweşik kişandin.

Mahmut Çelik jî wiha got, "Em çûn dîtina sûlavan. Me bedewiyên xwezayî dîtin. Ez hemû xwezahezan vedixwînim vir. Li vir gelek cihên hêjayî dîtinê hene."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın