Jiyan

Sîqalkên piçûk ên ku koka wan li ber qelînê ye li Sarîqamişê jî cûcikan derdixin

Hüseyin Demirci  | 23.09.2021 - Rojanekırın : 23.09.2021
Sîqalkên piçûk ên ku koka wan li ber qelînê ye li Sarîqamişê jî cûcikan derdixin

Kars

 Di nav çar cisnên sîqalkên li Tirkiyeyê da wisa tê zanîn ku tenê sîqalkên piçûk koç dikin û koka van sîqalkên piçûk jî li ber qelînê ye. Li gor tesbîtê ev sîqalk ji bilî Bajarê Kevnare yê Aniyê û Zaga Arpaçayê li navçeya Sarîqamişê jî hêk dikin û cûcikan derdixin.

Di kordînasyona Komeleya KuzeyDogayê da çendek berê li ser sîqalkên piçûk lêkolîn hat kirin.

Di encama xebatê da derket holê ku nêzî 4 sal berê sîqalkên piçûk li navçeyê çend hêlîn çêkirine.

Di xebatên lêkolînê da wezîfedaran li gundê Sirataşlarê cûcikeke sîqalka piçûk di hêlînê da dît û dîmena wê kişand.

Dîtina cûcika sîqalka piçûk nîşan da ku sîqalkên piçûk ên ku di binê paratinê da ne hê li herêmê hêkan dikin û cûcikan derdixin.

Kordînatorê Zanistê yê Komeleya Kuzey Dogayê Emrah Çoban ji nûçegihanê AAyê ra diyar kir ku dîtina cûcika sîqalka piçûk ew kêfxweş kirin ku sîqalk hê li Sarîqamişê cûcikan derdidixin.

Çoban daxuyand, wan dizanibû ku sîqalkên piçûk li Bajarê Kevnare yê Aniyê û Zaga Arpaçayê hene, wan li Sarîqamişê hêlîn tesbît kirin, lê wan dîmena hêlînan nekişandibû û wiha dewam kir:

"Li tevahiya dinyayê koka sîqalkên piçûk li ber qelînê ye. Li Tirkiyeyê hêdî hêdî li hev zêde dibin. Şansê me zêdetir e. Sarîqamiş jî ji cihê ku sîqalkên piçûk lê li hev zêde dibin, cihek e."

Sîqalkên piçûk zivistana xwe li Afrîkayê derbas dikin û paşê ji bo ku di adarê da hêkan bikin, tên welatên Ewropayê û Tirkiyeyê.

Li vê derê bihar û havîna xwe derbas dikin, cûcikan derdixin bi cûcikên xwe ra dawiya meha îlonê cardin seba zivistanê koçî Afrîkayê dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.