Hüseyin Demirci
13 Hezîran 2026•Rojanekirin: 13 Hezîran 2026
KARS (AA) - Li Sariqamîşa navçeya Qersê piştî baranên ku bandor li herêmê kir, siruşt bi xwe va hat, bedewiyên siruştî yên herêmê bi droneyê hatin kişandin.
Li Sariqamîşa ku li raqimeke bilind e, barana ku maweyeke dirêj e berdewam e, bû sedema ku siruşt veje.
Dola Kewan digel texmên Hançerlî û Hamamli Duzuyê, bi cureyên kulîlkan di serî da yên weke beybûn, sosin û kulîlkên zer xemilî.
Li Dola Kewan hat dîtin ku perperîk di nava kulîlkan da difirin.
Dîmenên şelaleyên ku piştî baranan coş bûn, çivîkên ku li qadên avî derketin çêreyê û xweşiştina wan di nava çem da, hat kişandin.