Jiyan

Sewqkirina heywanên qurbanê bo bajarên mezin zêde bû

Önder Beyter   | 22.07.2020
Sewqkirina heywanên qurbanê bo bajarên mezin zêde bû

Ağrı

 Li Agiriyê ku di warê hebûna heywanan da yek ji parêzgehên sereke yên Tirkiyeyê ye, bi nêzîkbûna Eyda Qurbanê va bajarên mezin di serî da sewqiyeta heywanên qurbanê bo bajarên rojava zêde bû.

Li Borseya Heywanan a Agiriyê ku her sal di serdema Eyda Qurbanê da bo bajarên mezin ên wekî Enqere, Stenbol, Îzmir, Bursa û Kocaeliyê heywan tên sewqkirin, di demeke ku ji eydê ra çend roj maye da liv û tevger zêde bû.

Heywanên ku zivistanê di goman da û li ser dirûngeyê tên alifkirin û her wiha bihar û havînê jî li zozanan tên çêrandin, di van rojan da bo firotanê tên bazarê. Di bazara ku gelekî qelebalix e da welatî û heywandar di çarçoveya tedbîrên Kovîd-19ê da bazariyê dikin.

Li bazara ku bi piranî heya nîvro gelekî qelebalix e, peywirdarên Midûriyeta Çandinî û Daristanê jî kontrolên xwe pêk tînin.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgeha Agiriyê Kenan Engin di daxuyaniya da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku Agirî, di warê hebûna heywanan da bi 400 hezar serî dewar û milyonek û 335 hezar pez va û her wiha bi 28 hezar ton hilberîna goşt a salewextê va yek ji parêzgehên sereke yên Tirkiyeyê ye.

Engin diyar kir ku liv û tevgera germ a firotina heywanên qurbanê ku çend roj berê dest pê kir, zêde bûye û wiha dewam kir:

"Nexasim di serdema qurbanê da ji parêzgeha me bo bajarên rojava sewqiyeta heywanan pir zêde dibe. Di serdema Eyda Qurbanê ya 2019an da ji parêzgeha me bo bajarên cuda yên rojava 36 hezar serî dewar û 150 hezar jî pez hatin sewqkirin. Di demeke ku eyd nêzîk bûye da ji parêzgeha me heta niha qedera 20 hezar serî dewar, qedera 50 hezarî jî pez hatin seqkirin. Ji ber pandemiyê, em pêşbînî dikin ku amarên par hinekî bikevin. Lê dîsa jî heywandarên me sewqiyeta heywanên qurbanê bo bajarên rojava didomînin."

Heywandar Îsmaîl Çinar jî diyar kir ku wî 45 serî dewarê ku çend meh e di hundir da xwedî dike, şandin Stenbol û Bursayê.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.