Jiyan

Serkeftina dayika ji Diyarbekirê ya bi mîkrokirediyê dest pê kir

Haydar Şahin  | 04.12.2020 - Rojanekırın : 05.12.2020
Serkeftina dayika ji Diyarbekirê ya bi mîkrokirediyê dest pê kir

Diyarbakir

Bîhter Ertakgoza ji mêrê xwe qetiya û ji 2 zarokên xwe ra hem dêtî hem jî bavtî kir bi 700 lire mîkrokrediya sitand va li Diyarbekirê dest bi kar kir û 11 sal şûnda kêmzêde bi 500 hezar lireyî va dikan vekir.

Ertakgoza ku piştî mêrê xwe berda bi 2 zarokên xwe ra ma, di vê pêvajoyê da ji bo li ser piyên xwe bisekine û zarokên xwe xweyî bike li çareyan geriya.

Li ser agahiya ji nasên xwe bihîst di sala 2009an da Ertakgozê serî li Şaxa Mîkrofînansê ya Kayapinarê xist û 700 lire kredî ya ku di 70 lireyî paşva bide sitand û ji saziyekê amûrên paqijî û kozmetîkê kirî.

Ertakgozê bi krediya her sal sitand va sermiyana xwe zêde kir, di têkoşîna kêmzêde 11 salî va bi 550 hezar lireyî li kolana herî qerebalix a bajêr dikana qehwe, çay û şekir vekir.

Bîhter Artakgozê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di vê pêvajoya zor da malbata wê piştgirî dayê.

Ertakgozê got ji bo zarokên xwe têkoşîn da, serî li mîkrokrediyê xist û dest bi kar kir û wiha axivî: "Amûrên ku kirîbûn min firot der û dora xwe. Hindik hindik bin kar meşand û îro hatin vê astê. Min got 'Êdî ez bi ser dikevim' û bi rastî jî bi ser ketim. Her tiş gelekî baş bû."

Ertakgozê got 11 sal şûnda ji xwe ra dikan vekir ji bo vê serfiraz e, di vê pêvajoyê da hem qezenca wê hem jî xwebaweriya mezin bû.

Ertakgozê axaftina xwe wiha domand:

"Dibê her jin vê bike. Dibê jin hêzdar bibin. Bira ji bo tu tîştê nebêjin temam. Bira bêyî mêrê xwe li ser piyên xwe bisekinin. Serkeftin tiştekî xweş e. Ez bi ser ketim, ez bawer dikim ku her kesê ku min wekî mînak bibîne wê bi ser bikeve. Lewra jinên me hêzdar in. Her tim rêyek heye. Ji ber vê bira di malên xwe da rûnenin. Me duh bi 700 lire sermiyanê dest pê kir, îro hatin 500 hezar lireyî. Em ê belkî sibê hê jî mezin bibin."

- Dixwaze piştgiriyê bide jinan

Ertakgozê got dixwaze piştgiriyê bide jinan û wiha axivî: "Bira dest pê bikin, amûrên xwe bîbin ez ê bifroşim. Li benda tu tiştekî nînim, ez li pişta hemû jinan im."

Ertakgozê got ji ber vîrusa koronayê ji pêvajoyeke dijwar derbas dibin û wiha pê da çû: "Min dîsa jî dev jê berneda. Nika 4 kes li cem min dixebitin. Em ê pakêtan serwîs bikin. Fikra min ew e ku 10 kesî bidim xebitandin. Ji ber ku di pêvajoyeke wiha da bûm wesîle ku meriv nan dibin bala xwe kêfxweş im."

Mehmet Ayê Midûrê Herêmê yê Mîkrofînansê ya Rojhilat û Başûrê Rojhilatê welêt diyar kir ku ji bo jin tevkariyê bidin aboriya malên xwe û bixebitin bêyî temînat bêyî kefalet kirediyê didin.

Ay got bi tenê piştgiriya sermiyan nadin û wiha pê da çû: "Ji her hêlê va piştgiriya motîvasyonê didin jinan. Em derd û tengasiyên jinan guhdarî dikin. Em dixebitin ku hem ji hêla aboriyê va hem jî ji hêla civakê va jin li ser piyên xwe bisekinin. Ji vê hêlê va mîkrokiredî girîng e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın