Hüseyin Demirci
12 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2026
Li bajarê Qersê ku yek ji cihê herî bilind ê Tirkiyeyê ye zivistan dirêj û dijwar derbas dibe, lê dema dibe havîn mêrg û çîmen bu kulîlkên spî va dixemilin.
Li bajarê ku yek ji navendên herî girîng ê turîzma zivistanê ye, herêma navenda xweşiqitandinê, Hahamli û Hançerliyê kulîlk vebûn û bala welatiyan dikşînin.
Dîmenên mêrg û çîmenên ku bi kulîlkan çîlspî bûne, bi dronê hatin kişandin.
Welatî Caner Ozcan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand Sariqamîş her demsal xweş e û wiha axivî: "Sariqamîş xwedî siruştekê ye û bedewiyên wê hene. Zivistanê bi berfê û havînê jî bi kulîlkan va çîlspî dibe. Îsal baran xweş barî. Ji ber baranê nebatan jî xweşikiyên xwe nîşan dan. Tebîeta Sariqamîşê bi her tiştê xwe va xweş e."