Jiyan

Şaredariya Mûşê bi 85 xebatkar û 25 makîneyên kar va ji bo zivistanê amade ye

Türkan Tosun  | 02.12.2020 - Rojanekırın : 02.12.2020
Şaredariya Mûşê bi 85 xebatkar û 25 makîneyên kar va ji bo zivistanê amade ye

Muş

 Şaredariya Mûşê ji bo ku zivistanê zehmetî neyê kişandin bi ekîbeke ji 85 kesan û 25 makîneyên kar pêk tê va amade ye ku berfê paqij bike.

Mûş yek ji wan bajaran e ku lê zêde berf dibare, lê şaredarî amadehiyan dike ku dema berf barî welatî zehmetiyê nekşînin.

Şaredar Feyat Asya ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew bi 85 kes û 25 makîneyên kar va ji bo zivistanê amade ne.

Asya got wesayît wê 24 saetan bixebitin, ji bo wê ew hatine temîrkirin, kêmasiyên wan hatine temamkirin.

Aysa anî ziman ji bo zivistanê pirsgirêk çênebin û welatî zehmetiyê nekşînin ew tevdîran dibînin û wiha dewam kir: "Rêyên nû yên li me taxên Guzeltepe, Baglar, Sutluce, Yenî Mahalle, Karşiyaka û 15 Temmuz Mîllî Îradeyê vekirin zivistanê li ser me dibin barekî nû. Rêyên sereke yên di nav bajêr da jî di nav da 600 kîlomêtro rêya me heye ku ev ji bo şaredariyê kulfeteke mezin e. Me ji bo paqijkirina berfê 5 milyon lire budçe veqetand. Ji bo ku welatiyên me zivistaneke rehet derbas bikin, bikaribin bi rehetî herin cihên ku dixwazin emê bixebitin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.