Jiyan

Sûlava Muradiyeyê li benda ziyaretvanên xwe ye

Şelaleya Muradiyeyê ku ji cihên herî xweş ên siruştî yên Wanê yek e, bi pêvajoya normalbûnê ya piştî tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19), wê cardin mazûvaniyê bike.

İbrahim Atmaca   | 01.06.2020
Sûlava Muradiyeyê li benda ziyaretvanên xwe ye ( Necmettin Karaca - Anadolu Ajansı )

Van

Şelaleya Muradiyeyê ku ji cihên herî xweş ên siruştî yên Wanê yek e, bi pêvajoya normalbûnê ya piştî tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19), wê cardin mazûvaniyê bike.

Her sal bi hezaran tûrîstên xwemalî û biyanî şelaleya ku ava wê 20 mêtro ji jor va diherike ziyaret dikin. Piştî ku berf heliya, ava şelaleyê gur bû û dîmenên xweşik dertên holê.

Şelale ji ber tevdîrên Kovîd-19ê heta niha xalî mabû, lê piştî ku pêvajo normalîze bû cardin ji bo ziyaretan hat vekirin. Ekîbên şaredariyê derdora şelaleyê paqij kirin û dezenfekte kirin.

Qaymeqam û Cîgirê Şaredar Erkan Savar got ku bi destpêka pêvajoya normalîzebûnê ra wan wek şaredarî paqijiya derdora şelaleyê kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın