Sûlava Muradiyeyê bi siruşt û hewaya xwe ya hênik va eleqeyê dibîne
Sûlava Muradiyeyê ya li Muradiyeya navçeya Wanê, bi siruşt û hewaya xwe ya hênik va yek ji wan cihan e ku kesên ji germa havînê aciz dibin, berê xwe didin wir
Necmettin Karaca
04 Tebax 2026•Rojanekirin: 04 Tebax 2026
photo: Necmettin Karaca / AA
Sûlava Muradiyeyê bi siruşt û hewaya xwe ya hênik va eleqeyê dibîne
VAN
Sûlava Muradiyeyê ya li Muradiyeya navçeya Wanê, bi siruşt û hewaya xwe ya hênik va yek ji wan cihan e ku kesên ji germa havînê aciz dibin, berê xwe didin wir.
Sûlava ku bi ava xwe ya gumrah, siruşta xwa şînkahî û dîmenê xwe yê newaze va ziyaretvanan diezimîne, bi taybetî wênehez û wênegirên dîlanan cezb dike.
Wêne : Necmettin Karaca/AA
Li Sûlava Muradiyeyê digel dawiya hefteyê, nava hefteyê jî liv û lebata turîstên xwemalî û biyanî zêde ye.
Cumalî Bozlanê ku bi malbatî, Sûlava Muradiyeyê ziyaret kir, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew ji bo dûrketina germa havînê hatin herêmê.
Bozlan bal kişand ku sûlav her demsal balê dikişîne û wiha dewam kir:
"Me digot belkî hinekî xewle be lêbelê fenanî her carê qelebalix e. Însan bi malbatî li vir wextê xwe derbas dikin. Bi taybetî zêdebûna bûk û zavayên hatine wênegirtinê bala me kişand."
Murat Doganê wênegir jî wiha got, "Me îro wêneyên xwe yên bi roj kişandin. Em plan dikin danê şev jî kon vegirin, wêneyên stêrk û şevê bikişînin. Sûlava Muradiyeyê hem bi bedewiya xwe ya xwezayî û hem jî bi menzeraya xwe va ji bo wênegiran rotayeke sereke ye."