Jiyan

Şêraniya qedayifa birandî ya Erzinganê hat tescîlkirin

Barış Yalçınkaya   | 11.06.2021
Şêraniya qedayifa birandî ya Erzinganê hat tescîlkirin Barış Yalçınkaya - AA

Erzincan

 Qedayifa birandî ku yek ji lezzetên herêmî yên Erzinganê ye, bi hewlên Walîtiyê belgeya îşareta cografî sitend.

Li gorî daxuyaniya Walîtiyê qedayifa birandî ya Erzinganê kuji bo wê serlêdana belgeya îşareta cografî hat kirin, ji aliyê Saziya Patent û Markayê ya Tirkî (TURKPATENT) ve hat tescîlkirin.

Walî Mehmet Makasê ku di daxuyaniyê de cih ji bo gotinên wî hat dayin ji bo hemî aliyên ku keda wan di tescîlkirina qedayifa birandî ya Erzinganê de derbas bû spas kir.

Fatma Balliya xwediya îmalatxaneyeke ku ji sala 2006an ve li bajêr îmalata qedayifa birandî û cure şêraniyên din dike ji bo nûçegihanê AAyê anî ziman ku maweyeke dirêj e îmalata qedayifa birandî ya Erzinganê dikin.

Balliyê anî ziman ku li bajêr cureyên xwarinan gelek in, lê cureyên şêraniyê kêm in û anî ziman ku tescîla qedayifa birandî ya Erzinganê dê ji bo bajêr gelekî baş be.

Balliyê wiha got, "Ev nêzîka 90 salî ye ku li vî bajarî qedayifa birandî lezzeteke herêmî ye. Dîroka vê şêraniyê digihije salên 1930î. Walîtiya Erzinganê û Rêveberriya Çand û Geştiyariyê maweyeke dirêj e hewla sitendina îşareta cografî didan. Em kêfxweş in. Ji bo bajarê me ser xêrê be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın