Jiyan

Şêniyên Hekariyê wê malên xwe bi xaza siruştî germ bikin

Şêniyên bajarê Hekariyê ku bi salan e li banda hatina xaza siruştî ne bi piranî kar û barên tesîsatên malên xwe hel kirin û niha jî ji bo abonetiyê serî lê didin

Abdullah Tel   | 06.11.2019
Şêniyên Hekariyê wê malên xwe bi xaza siruştî germ bikin

Hakkari

 Li bajarê Hekariya ku li hin cihan bilindahiya çil û çiyayên wê ji sê hezar metreyî derbas dibin digel gelek zor û zehmetiyan xetên xaza siruştî hatin temamkirin, test hatin kirin û niha jî îstasyonên xazê lê bên belavkirin, tên tijîkirin.

BOTAŞê 3 sal berê bi mebesta ku bila li navenda bajêr xaza siruştî bê bikaranîn îhaleya bicihkirina xetên boriyê da kirin û piştî hewl û xebatên bi zor û zehmet yên di nav erd, çil û çiyayên bajêr da ew xebat çûn serî.

Ji Taxa Erçekê ya li ser Îpekyoluya navçeya Wanê bi xebata gelek ekîban va ji ser xeta 204 kîlometreyî pêk tê xaz ber bi navenda Hekariyê va hat şandin û test temam bûn.

Xebatkarên BOTAŞê li Taxa Yenî xazê berî îstasyona xazbelavkirinê dan û şêniyên li taxên ku xeta xazê lê hatine kişandin jî rûdinên dest ji bo abonetiyê serî lê dan.

Li bajêr heta niha bi qasî 20 kîlometre xet hat çêkirin û wê nêzî 2 hezar mal ji ser wê derê xazê bikişînin û di nav çend rojan da jî wê xaza wan bê berdan.

- "Hewaya bajarê me wê paqij bibe"

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Hekariyê Servet Taş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber hatina xaza siruştî ew gelek kêfxweş in.

Taş destnîşan kir ku li herêmê zivistan nêzî 6 mehan dewam dike û ji bo xwe germkirinê jî şêniyên bajêr komirê dişewitînin û wiha domand: "Komir him ji bo siheta mirov û him jî ji bo hawirdorê zêde baş nîne û bi bikaranîna xaza siruştî va wê hewaya vê derê jî paqitir bibe. Xaza siruştî wê îsal li piraniya bajêr bê emilandin û ji bo ku hemû bajêr bikaribe jê îstifade bike jî kar û xebat dewam dikin. Em ji hemû kesên ku di vê xizmetê da keda wan heye ra spas dikin."

- "Daxwaz gelek zêde ye"

Ji esnafên bajêr Ayaz Bayerê ku kar û barên tesîsata xaza siruştî dike jî diyar kir ku di nav demeke kurt da wê li bajêr bikaranîna xaza siruştî dest pê bike û wiha pêda çû: "Em 4 ekîb in, tesîsatê dikişînin mala û dixebitin. Dema ku welatî dest bi bikaranîna xaza siruştî bikin wê ji sedî 40-50î tesarûf bikin. Daxwaz heye û heya ji destê me tê em jî ji bo şêniyên bajarê xwe dixebitin."

Îbrahîm Aşanê li bajêr esnaf e jî got ku ew ji ber kar û xebatên xaza siruştî yên li bajêr diçin serî pir razî ne û xaza siruştî herî zêde wê bi kêrî esnafan bê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın