Abdullah Söylemez
05 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2022
Gola Masiyan a li Agiriyê ku her demsal mêvanên wê kêm nabin ji ber sermaya zêde qerisî.
Gola bi qasî 30 kîlometre dûrî navçeya Taşliçayê ye û ji ber masiyên di nav xwe da û çûkên li ser xwe dihewîne ji alî gelê herêmê va wek bihuşta veşartî tê binavkirin.
Di demsalên bihar û havînê da çar aliyê golê wek bûka baranê reng rengî dibe. Di demsalên payîz û zivistanê da jî herêm bi reng û rûçikên wan dixemile.
Di van rojên dawîn da ji ber sermaya zêde rûyê golê bi tevahî qerisî û gola raqima wê 2 hezar û 241 e ji mêvanan xalî nabe.
Mêvanên heta ser golê hatine kursiyên xwe datînin ser gola cemed girtiye û rûdinên, li kêfa xwe mêze dikin.
- Ava golê ji ber ku paqij e mirov binê cemedê dibîne
Mehmet Gunay Eserê ji ger û geştê hez dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku digel serma û zivistanê gera li ser cemedê xweş e û wiha domand: "Li ser golê wêne kişandin gelekî xweş e. Him ev der û him jî bajarê Agiriyê ji bo wêne kişandinê cihên gelekî xweş in. Rûyê golê bi qasî çokekê cemed girtiye. Me jî li ser cemeda wê kursiyên xwe danîn, çaya xwe vexwar. Ava golê wisa paqije ku meriv binê cemedê jî dibîne."
Ji ziyaretvanan Mehmet Sancak jî got ku herêma gol lê ye cihekî gelekî xweş e û dîmenên derketinê holê jî bêhna mirov derdixin û wiha domand: "Ez ji Edeneyê me û cara ewil e têm Gola Masiyan. Li alî me zivistan ewqas sar û bi berf nîne. Cara ewil e ku min goleke rûyê wê cemed girtiye û qerisiye dît. Ez li serê meşiyam û hewa û siruşta vê derê gelekî xweş e."