Jiyan

Kujerê Abdulkerîm Çevîk hat girtin

Li Guroymaka navçeya Bidlîsê şikbarê ji ber kuştina rûspiyê navçeyê Abdulkerîm Çevîk hatibû binçavkirin, hat girtin.

Türkan Tosun  | 19.01.2020 - Rojanekırın : 20.01.2020
Kujerê Abdulkerîm Çevîk hat girtin

Bitlis

Şikbar Y.Ş. yê ku piştî êrîşa biçek hatibû binçavkirin, sewqî adliyeyê bûbû.

Y.Ş. li dozgeriyê îfade da û derkete pêş hakimtiya nobedar.

Ji ber sûcê "kuştina qestî û biplankirî" mehkemeyê ew şand girtîgehê.

Li Guroymaka navçeya Bidlîsê rûspiyê navçeyê Abdulkerîm Çevîk (50) di êrîşeke biçek da hat kuştin.

Şikbar Y.Ş. çû Mescida Muhammet Hafit Efendî ya li taxa Erentepeyê û li vir bi Çevîk ra axivî, paşê gule berdan wî.

Çevîkê di êrîşê da giran birindar bû bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Guroymakê.

Li nexweşxaneyê gelekî hewl hat dayîn, lê Çevîk ji mirinê nefilitî.

Şikbar Y.Ş. piştî bûyerê hat binçavkirin, 3 demançeyên bêruhsat li ser wî hatin girtin.

Waliyê Bidlîsê Oktay Çagatay û Midûrê Ewlehiya Bajêr Yaman Agirlar hatin nexweşxaneyê der barê bûyerê da agahî hildan.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.