Jiyan

Rêwîtiya ber bi zozanan a rêncberên Mûşî dest pê kir

Li Mûşê rêncber payîzê ji ber sir û sermaya zivistanê heywanên xwe dibin bajarên germ ên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û bi germbûna hewayê ra cardin vedigerin zozanên bajêr.

İbrahim Atmaca  | 28.05.2020 - Rojanekırın : 02.06.2020
Rêwîtiya ber bi zozanan a rêncberên Mûşî dest pê kir

Muş

Li Mûşê rêncber payîzê ji ber sir û sermaya zivistanê heywanên xwe dibin bajarên germ ên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û bi germbûna hewayê ra cardin vedigerin zozanên bajêr.

Rêncberên Mûşî li Haniya navçeya Diyarbekirê zozanan kirê dikin û diçin zozanê. 6 mehan li wir man û niha vedigerin zozanên Mûşê. Rêncber piştî rêwîtiya 20 rojan gihîştin zozanên Herêma Uçevlerê û li cihê ku wê lê bimînin, konê xwe vegirtin.

Rêncber Ebedîn Ozdemir daxuyanî da rojanmegeran û diyar kir ku ew di meha mijdarê da 600 mihên xwe birine Haniya navçeya Diyarbekirê û pezê xwe li wir xweyî kir.

Ozdemir diyar kir ku bi germbûna hewayê ra ew bi rê ketin û piştî rêwîtiyeke 20 rojî gihîştin Mûşê û wiha dewam kir, "Em bi rêncberiyê debara xwe dikin. Heywandarî zehmet e, lê em tenê bi heywandariyê debara xwe dikin. Ji ber vê jî em zehmetiyan dikşînin. Li Mûşê zivistanê berf zêde dibare û em mecbûr in ku heywanên xwe 6 mehan di hundir da xweyî bikin û alif bidinê. Em jî heywanên xwe dibin herêmên germ. Herêma Rojhilata Anadoluyê havînê ji bo heywandariyê cihekî baş e, lê zivistanê şert û merc pir dijwar in. Em di rêwîtiyê da bi şev radizan, nava rojê jî timî dimeşiyan."

Arda Ozdemirê şivan jî got ku piştî li Diyarbekirê germ zêde bû, ew vegeriyan Mûşê û daxuyand ku her çend em di meha gulanê da ne jî li zozanên bilind ên Mûşê hê di binê berfê da ne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın