Roteya bakurê rojhilatê Çiyayê Agiriyê bi bedewiyên xwe yên siruştî va bala çiyageran dikişîne
Rotaya bakurê rojhilatê Çiyayê Agiriyê ku dikeve nava sînorên parêzgeha Îdirê, bi bedewiyên xwe yên siruştî bala siruşthez û çiyageran dikişîne
Bülent Mavzer
28 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2026
photo: Bülent Mavzer / AA
Roteya bakurê rojhilatê Çiyayê Agiriyê bi bedewiyên xwe yên siruştî va bala çiyageran dikişîne
IĞDıR
Rotaya bakurê rojhilatê Çiyayê Agiriyê ku dikeve nava sînorên parêzgeha Îdirê, bi bedewiyên xwe yên siruştî bala siruşthez û çiyageran dikişîne.
Çiyayê Agiriyê ku li di nava sînorê parêzgehên Agirî û Îdirê da ye, bilindahiya wê 5 hezar û 137 metre ye û li ser rotaya xwe ya bakurê rojhilat li bilindahiya 3 hezar û 500 metreyan kraterên meteorî yên cêwî hene. Her wiha Gola Kupê ya ku li bilindahiya 3 hezar û 600 metreyan e û ji ava qeşabendan avê distîne, her du jî ji bo siruşthezên ku ji hilkişînê hez dikin cihên balkêş in.
Wêne : Bülent Mavzer/AA
Çiyager û siruşthezên ku dixwazin bedewiyên siruştî yên bêhempa yên herêmê ji nêz va bibînin, bi rêwîtiyên rojane yên ku ji rêya Îdirê va têne lidarxistin, rotaya bakurê rojhilatê Çiyayê Agiriyê keşf dikin.
Komên ku serê sibê li Îdirê dicivin, piştî hilkişîneke bi qasî 4 heta 5 saetan digihêjin kraterên meteorên cêwî û Gola Kupê.
Çiyager, li raqimên bilind, di hewaya paqij da, di nav siruştê da, dema xwe derbas dikin û dîmenên bêhempa yên herêmê jî dikişînin.
Endama Klûba Çiyagerî û Werzişên Siruştî ya Qaqizmanê Sergul Keskina ku ji Qersê beşdarî hilkişînê bû, ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew nêzîkî 2 salan e li Qersê çiyageriyê dike.
Keskinê diyar kir ku ew hewl dide hilkişe lûtkeyên ku divê li herêmê werin dîtin û got, "Em hemî çiyager û siruşthezan vedixwînin ku van bedewiyên siruştî yên herêma me bibînin."
Serokê Klûba Çiyageriyê ya Safariya Çiyayê Îdirê Yunus Gundogdu, jî diyar kir ku ew dixwazin hemî rêyên xweş ên Çiyayê Agiriyê keşf bikin.