Dola Rebatê ya di nava çiyayên asê yên Tunceliyê da, bi bedewiyên siruştî û dîrokî û bi jiyana xweya kovî va di mehên havînê da ji bı geştiyaran dibe cihekî balkêş.
Dola Rebatê ku weke cihê arkeolojîk ê pileya yekem hatiye tescîlkirin li mezra Ortuluya gundê Çemçêliyê ye ku bi qasî 20 kîlometroyan dûrî navenda bajêr e.
Dola ku di mehên havînê da bedewiyeke bêhempa lê reng vedide, ji bo gelek ajelên weke hirç, gur, werşeq û pezkoviyan dibe hêwirgeheke bisitar.
Dola ku bi taybet bi cureyên giyayî endemîk balê dikişîne, geştiyar ji bo dîtina şelale, pireya kemberkevirî, bermayikên kelehê û tunela bipêpelûk ku di nava çiyê da hatiye kolan, serdana wê dikin.
Gelê wê deverê û geştiyarên ku ji parêzgehên curbicur tên, wesayita xwe li cihekî diyarkirî radigirin û bi peyatî geşta xwe ya li dolê didomînin.
Siruşthezên ku di nava darberûyan ra derbas dibin, pêşî digihêjin Şelaleya Rebatê ya ku bi qasî 50 metroyan ji jor va diherike û maweyekê lê bêhna xwe vedidin. Piştra berê xwe didin xala ku Pireya Rebatê lê ye ku xwedî dîrokeke hezar salî ye.
Siruşthezên ku bi kişandina wêneyên li derdorê meşa xwe didomînin, bi hilkişîna ji tunela bipêpelûk ra xwe digihînin bermayîkên kelehê.
Li wê derê siruşthez ji jor va li dolê temaşe dikin û derfetê dibînin ku pezkoviyan û jîngeha wan a siruştî bibînin.
news_share_descriptionsubscription_contact
