Jiyan

Rojhilatê Anadoluyê bi barîna berfê ra cardin spî bû

Li Erzirom, Qers, Erdexan û Agiriyê berf dibare.

İbrahim Atmaca   | 01.03.2021
Rojhilatê Anadoluyê bi barîna berfê ra cardin spî bû

Erzurum

 Li Erzirom, Qers, Erdexan û Agiriyê berf dibare.

Li Erziromê berfê bişev dest pê kir û bi navber barî, navenda bajêr spî bû.

Di sir û sermayê da bi sivêrnekên baniyan va şembelîlk çêbûn.

Ekîbên şaredariyê di rê û peyarêyan da xebatên paqijkirina berfê dimeşînin.

Li Erdexan û Qersê jî bişev berf barî û bajêr spîçîl bûn.

Li Agiriyê jî kuçe û kolan spîçîl bûn, şofêrên ku di rêya Agirî-Wan, Agirî-Erzirom û Agirî-Îranê ra çûn û hatin, tengasî kişandin.

Ekîbên Şeftiya Şaxa 123yem a Rêbejan û şaredariyê di rêyên ku dikevin berpirsiyariya wan da xebat dan destpêkirin.

Welatiyan jî berfa ber mal û kargehên xwe verotin û paqij kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın