Jiyan

Raşel Kazesa hesreta 69 salan a welêt dikişand vegeriya Arjantînê

Raşel Kazesa bi salan berê ji ber zewaca xwe ji Tirkiyeyê çû Arjantînê piştî 69 salan hat ziyareta Tirkiyeyê, welêt geriya û dîsa vegeriya mala xwe

Türkan Tosun  | 21.06.2019 - Rojanekırın : 25.06.2019
Raşel Kazesa hesreta 69 salan a welêt dikişand vegeriya Arjantînê

Istanbul

Raşel Kazesa 85 salî ya ku bi salan berê zewicî û ji Tirkiyeyê çû Arjantînê piştî 69 salan hat ziyareta Tirkiyeyê, axa ku lê hatiye dinyayê geriya û dîsa vegeriya mala xwe.

Kazes bi hevkariya Rêhewaya Tirkiyeyeyê (THY) û Balyozxaneya Buenos Airesê ya Tirkiyeyê mehek berê bi qîza xwe Sîlvîa û neviyê xwe Brîan va hat Tirkiyeyê.

Koka Kazes ji Îspanyayê ye û ew ji malbateke Cihû ya Sefaradê ya ji Îspanyayê koçî axa Osmaniyan kirine, tê.

Malbata Kazes bi balafira THYyê di saet 09.40î da ji Balafirgeha Stenbolê çûn Buenos Airesa paytextê Arjantînê.

- "Ez rastî gelek mirovên baş hatim"

Beriya ew balafirê sıwar bin Raşel Kazesê daxuyanî da rojnamevanan û got wan li Tirkiyeyê gereke baş kiriye.

Kazesê anî ziman her kesî ji nêz va alîkariya wan kiriye û wiha axivî: "Min pir dixwest ez bêm. Ez rastî gelek mirovên baş hatim. Qîzên Tirkan pir rind in. Axaftina Tirkan hinekî guheriye. Berê axaftina min hînekî hişk bû. Niha ew pir xweş diaxivin."

Der barê gera li Tirkiyeyê da Kazesê got ew Stenbol û Geliboluya navçeya Çanakkaleyê ya ku demekê mala wan û dibistana wê lê bûye geriyaye û herî dawîn jî ew çûye Bergamaya navçeya Îzmirê.

- "Ez Tirk im"

Kazesê destnîşan kir wê her der ecibandiye û wiha dewam kir: "Ez Tirk im. Dema ez alaya Tirkan dibînim rûhê min diçe. Tirk merivên pir baş in."

Kazes got di serîda Şefik Vural Altayê Balyozê Buenos Airesê ya Tirkiyeyê ew spasiya her kesî dike û ewê sala bê bi kurê xwe û neviyê xwe ra cardin were ziyareta Tirkiyeyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın