Jiyan

Rêya 10 gund û 21 mezreyên Mûşê ji berfê hatin paqijkirin û vekirin

İbrahim Yaldız, Sabri Yıldırım   | 02.12.2021
Rêya 10 gund û 21 mezreyên Mûşê ji berfê hatin paqijkirin û vekirin

Muş

Li Mûşê duh bişev berf barî û bagerê rêya 10 gund û 21 mezreyan girt, ekîbên berfê di 4 saetan da paşê rê vekirin.

Li bajêr duh berf barî û bager rabû. Bagerê rêya koma gundan a Uçevlerê ku 10 gund û 21 mezre li ser in, girt.

Ekîbên berfê yên Îdareya Taybet a Bajêr li herêma Çavuştepeyê ya ku 2 hezar û 500 raqim bilind e, seba vekirina rêyan xebat da destpêkirin.

Li herêmê qalindahiya berfê ji ber bagerê cî bi cî heta 50 santêmî derketiye. Ekîban ji ber vê tengasî kişand û di 4 saetan da paşê rê vekirin.

Operatorê makîneya kar Osman Aciman ji rojnamegeran ra got ku berfê rêya 10 gund û 21 mezreyan girt.

Aciman daxuyand ku berfa ewil a demsalê li texma Çavuştepeyê barî û wiha dewam kir, "Li vê herêmê qalindahiya berfê carina heta 50 santêmî derket. Em jî carinan tengasiyê dikişînin. Em seba gelê xwe şev û roj dixebitin. Em şeveqa sibehê hatin vê derê.

Çil û çiyayên herêmê jî bi berfê spî bûn.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın