Jiyan

Rîtûelên dîrokî yên li Girê Mirazan bûn mijara belgefîlmê

Ayîn û rîtuelên li Girê Mirazan tên kirin bûn mijara belgefîlma bi navê "Niştecihên Gobeklîtepeyê"

Türkan Tosun   | 15.09.2020
Rîtûelên dîrokî yên li Girê Mirazan bûn mijara belgefîlmê

Şanlıurfa

Ayîn û rîtuelên li Girê Mirazan (Gobeklîtepe) tên kirin bûn mijara belgefîlmeke bi navê "Niştecihên Gobeklîtepeyê".

Girê Mirazan a ku li Şanliurfayê weke "destpêka dîrokê" tê pênasekirin û di Lîsteya Mîratên Dinyayê ya UNESCOyê da sala xwe ya duyemîn temam kir bû mijara pirtûk, rêzefîlm û fîlmên anîmasyonê.

Ev cihê dîrokî piştî ku kete lîsteya UNESCOyê bala gelek senarîst û derhêneran kişand.

Serokê Beşa Erdnigariyê ya Zanîngeha Heranê Prof. Dr. Sedat Benekê ji bilî karên akademiyê derhêneriyê dike jî eleqe nîşanî Girê Mirazan da û belgefîlmeke 68 deqîqeyê kişand.

Rîtûelên dîrokî yên li Girê Mirazan bûn mijara belgefîlmê

Di belgefîlmê da Benek bi gundiyên li Girê Mirazan dijî ra hevpeyvîna dike, ayîn û rîtuelên berê yên vê derê bi kal û pîran ra diaxive.

Hevpeyvîna ku bi pîrika Ayşe ya 102 salî dest pê dike bi kesên din ra dewam dike.

Belgefîlm di Mîhrîcana Stenbolê ya 39emîn da di fînalê da ma û ew ê hê beşdarî mihrîcanên din ên neteweyî û navneteweyî bibe.

Profesor Dr. Sedat Benek di daxuyaniya xwe da spasiya gundiyên Girê Mirazan û kesên ku keda wan di çêkirina belgefîlmê da heye kir û wî bi 6 kesan ra hevpeyvîn kiriye.

Benek anî ziman rîtuelên berê û yên gundiyan dişibin hevdu û wiha axivî: "Rîtuel heta dîrokeke nêzîk dewam dikin. Ji bilî dareke mirazan ev der beriya ku bê keşifkirin jî qadeke pîroz e. Derket holê ku di meha adarê da di heyameke pîroz tê qebûlkirin da mihrîcan hatine lidarxistin, heywan hatine gerandin, qurban hatine serjêkirin û beşdariya însanên herêmê va şahiyên mezin li vir hatine kirin."

- "Belgefîlm wê di mihrîcanan da bê nîşandan"

Benek anî ziman di belgefîlm, fîlm û rêzefîlmên heta niha hatine kişandin da mijara arkeolojiyê derketiye pêş lê ew li ser dîroka devkî sekiniye û wiha dewam kir: "Rîtuelan heta niha çawa dewam kiriye em li ser vê sekinîn û me pêşkeşî merivan kir. Em ê belgefîlma xwe bişînin mihrîcanên li nav welêt û dervayî welêt. Em wisa difikirin em ê bersiva wê hildin."

Belgefîlm wê di navbera 9-20ê cotmehê da di fînala 39emîn Mihrîcana Fîlman a Stenbolê da bikeve pêşbaziyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın