Jiyan

Rêwîtiya berevajî avê ya încî kefalan merivan hejmetkar dihêle

Încî kefalên ku di Behra Wanê da dijîn, dema xerzdanînê berevajiyê avê avjeniyê dikin û wexta ku rastî astengiyan tên jî xwe çeng dikin û rêwîtiya xwe didomînin

İbrahim Atmaca   | 06.06.2019
Rêwîtiya berevajî avê ya încî kefalan merivan hejmetkar dihêle

Van

Încî kefalên ku di Behra Wanê da dijîn, dema xerzdanînê berevajiyê avê avjeniyê dikin û wexta ku rastî astengiyan tên jî xwe çeng dikin. Rêwîtiya balkêş a încî kefalan hê didome.

Încî kefal ji bo ku nifşa xwe bidomînin, her sal di navbera 15ê nîsan û 15ê tîrmehê de koçî ava şirîn dikin ku xerzên xwe daynin. Ev rêwîtiya wan a ber bi avên şirîn dîmenên rengîn derdixin holê.

Li navçeya Erdîşê benda mesiyan a ku li ser çemê Kertîsê hatiye çêkirin xalî namîne û gelek kes ji bo ku vê rêwîtiya masiyan bibînin, berê xwe didin benda masiyan.

Turîstên ku ji çar aliyê Tirkiye û dinyayê tên, bi wênekêş û kamerayên xwe va vê rêwîtiyê qeyd dikin.

Pinar Aya ku ji Hatayê seba rêwîtiya masiyan hat bajêr, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew kêfxweş in ku hatin bûn şahidê vê rêwîtiyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın