Özgen Beşli
14 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2026
Li bajêr rêncberên ku debara xwe bi heywandariyê dikin, birên pezê xwe derdixin zozanên raqimbilind û sezona havînê li vê derê derbas dikin.
Bi germbûna hewayê û helîna berfê ra zozan bi xwe va hatin û mesaiya rêncberan şeveqa sibehê dest pê dike.
Rêncber bi şeveqa sibehê ra heywanên xwe berdidin mêrg û mexelên terikî û diçêrînin. Rêncber heta êvarê li peyê heywanên xwe ne, ser guhê wan li ser heywanan e, êvarê cardin tînin û dixin hevşiyan.
Malbatên rêncberan jî di konên ku li zozanan hatine vegirtin û xaniyên ku bi keviran hatine çêkirin da dimînin. Malbat bi şîrê ku ji pez didoşin va penêr davêjinê, rûnê nivîşk digirin û penêrê çîçal çêdikin.
Ji gundê Kuyucakê Muhammet Uyanir ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew di meha hezîranê da derketin zozanê û wiha dewam kir, "Ji bo ku heywanên me zêdetir şîr bidin û têr bixwin, divê em hilgêrin zozanan. Ku zozan nebe em nikarin heywandariyê bikin. Em li gorî rewşa eraziyan jî ji zozanê dadigêrin. Dewleta me sax be ji me ra rê vekir û av anî. Niha tengasiya me ya ceyranê heye."
Ji jinan Sevîm Aydinê jî diyar kir ku ew li zozanan piştgiriyê didin hilberînê.