Jiyan

Qersê ji ber ku ava bendavê kêm bû mekanên dîrokî derketin ser rûyê erdê

06.10.2021
Qersê ji ber ku ava bendavê kêm bû mekanên dîrokî derketin ser rûyê erdê

Kars

 Li Sariqamîşa navçeya Qersê ji ber ku ava Bendava HES Karakurtê kêm bû gunekî di binê avê da mabû û mekanên dîrokî derketin ser rûyê erdê.

Gundê Karakurtê ya ku Çemê Erezê jê derbas dibe piştî çêkirina Bendava HES Karakurtê temam bû di 8ê Sibata 2020î da tevahî di binê avê da mabû.

Li herêmê ji ber ku êdî kêm baran dibare ava bendavê jî kêm bû. Piştî av vekişiya malên gund, dêr û hin cihên dîrokî derketin rûyê avê.

Hin welatî hatin malên xwe yên di binê avê da mabû bibînin û bîranînên xwe fikirîn.

Wênekêş Turhan Koçaş ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand îsal ji ber hişkayirê ava bendavê qasî 300-400 mêtroyî vekişiyaye

Kocaş wiha axivî: “Piştî ku gundê di binê avê da mabû derket ser rûyê erd em wênekêş jî hatin vir ku wêneyên gund bikşînin.”

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın