Jiyan

Qeraxên Xelatê bi çalakiyên werzişa avê rengîn dibin

Önder Beyter   | 31.07.2020
Qeraxên Xelatê bi çalakiyên werzişa avê rengîn dibin

Bitlis

Li Xelata navçeya Bidlîsê çalakiyên werzişa avê ku li qeraxê Gola Wanê tên lidarxistin, dîmenên rengîn derdixin holê.

Gola Wanê bi qeraxên xwe û bi plaja xwe ya ku alaya hêşîn wergirt va yek ji nirxên sereke yên turîzma herêmê ye. Qeraxên golê piştî ku dinya germ bû, bûn ciyê êstgeha welatiyan.

Li navçeya Xelatê jî welatî berê xwe didin qeraxê, hem ajneyê dikin û hem jî lîstikên avê dilîzin û ji xwe ra kêf dikin.

Qeraxên Xelatê bi çalakiyên werzişa avê rengîn dibin

Welatiyên ku li jet skî û belema bezê siwar dibin, kêf û şahî dikin. Her wiha welatî xwe çengî ava hêşîn a Gola Wanê dikin û xwe hênik dikin.

Kargerê plajê Harun Barçin ji rojnamegeran ra destnîşan kir ku ji ber ku dinya germ e, welatî bi mebesta xwehênikkirinê, tên qeraxê golê.

Barçin bal kişand ku ekîpmanên wan ên werzişa avê hene û lewma jî welatî ji bo van werzişan jî tên cem wan.

- "Ne kêmî Behra Spî û Egeyê ye"

Halil Îbrahîm Orçan ku ji Meraşê hatiye Xelatê tetîlê, wiha axivî, "Herêma Behra Spî xweş e, lê Gola Wanê jî zehf xweş û paqij e. Li Xelatê hevalên min hene. Ez hersal têm vê derê û 15 roj betlaneya xwe li vê derê derbas dikim. Ev der ne kêmî Behra Spî û Egeyê ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın