Jiyan

Pisîkên Wanê teliqîn û têjikên wan ên ewil ên sala 2021î çavê xwe vekirin

Mesut Varol,Özkan Bilgin   | 06.04.2021
Pisîkên Wanê teliqîn û têjikên wan ên ewil ên sala 2021î çavê xwe vekirin

Van

 Pisîkên Wanê yên ji ber cisnê xwe li Navenda Sepandin û Lêkolîna Pisîka Wanê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê tên parastin, teliqîn û têjikên wan ên ewil ên sala 2021î çavê xwe vekirin.

Pisîkên Wanê yên bi dostxerîbî, pirça sipî ya wekî hewirşim, meşa wekî şêran, poçika dirêj, çavên rengê wan jî hev cuda û hezkirina ji avê tên zanîn ji bo bajêr mîrata çandî ya zindî ne û ji bo parastina wan jî xebat didomin.

Di çarçoveya vê armancê da jî di bin banê zanîngehê da li bajêr "Qesra Pisîkan" hatibû avakirin û pisîkên Wanê li vê derê tên xwedîkirin û kesên bixwazin tên û wan li vê derê ziyaret dikin. Ev qesir di heman demê da cihê teliqîna pisîkên Wanê ye jî û têjikên wan ên ewil ên sala 2021î jî li vê derê çavên xwe vekirin.

Prof. Dr. Abdullah Kayayê Midûrê Navenda Lêkolîna Pisîkên Wanê ya Zanîngeha Yuzunci Yilê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ew pisîkên Wanê xwedî dikin û pisîkên avis ên li ber destê wan jî hêdî hêdî diteliqin û wiha pê da çû: "Ji bo pisîkan hemû kar û xebat tên kirin. Cihên pisîkan ji bo mîqrob belav nebe tên dermankirin. Heta wextê aşîkirinê em ziyaretvanan hilnadin cihê têjik lê ne. Ji ber vê jî têjik kêmtir hişk dibin û bo hebekî jî em gelek hewl didin."

Kaya bibîr xist ku pisîkên Wanê ji ber gelek taybetiyên xwe cihê ne û bi vê sayê jî her tim rastî eleqeyê hatine.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın