Jiyan

Pirtûkxaneyên ji bo pitik û zarokan di pêşerojê da wê bi kêr bên

Li Tirkiyeyê ji bo ku zarok zû hînî kurmê xwendinê bibin 8 pirtûkxaneyên zarok û pitikan hatin avakirin

Muhammet Mutaf, Kemal Özdemir   | 24.11.2021
Pirtûkxaneyên ji bo pitik û zarokan di pêşerojê da wê bi kêr bên

Erzurum

Pirtûkxaneyên ji bo zarok û pitikan ku bi rêveberiya Midûriyata Giştî ya Weşanan û Pirtûkxaneyên Wezareta Çand û Hunerê hatine vekirin wê bi kêrî zarok û pitikan bê.

Midûriyata Giştî ya Weşanan û Pirtûkxaneyan 3 sal berê ji bo dergûşên 0-3 salî û zarokên pêşdibistanê ku hînî kurmê xwendinê bibin dest bi xebatekê kir û biryar hat dayîn ku gorî zarokan pirtûk bên vekirin.

Li seranserê Tirkiyeyê 67 pirtûkxane hene û ji wan 8 bo dergûşan hatin amadekirin û di çarçoveya projeyê da wê heta sala 2023an li her bajarî pirtûkxaneya dergûşan bê vekirin.

Di çarçoveya projeyê da tê xwestin ku bila dergûş zû hînî kurmê xwendinê bibin û têkiliya wan û malbatê xurtir û baştir bibe.

Tevlî zarokan bi projeyê va tê xwestin ku bila dê û bavên ku sebiyên xwe tînin pirtûkxaneyê jî pirtûk xwendinê ji xwe ra bikin kurm û bo ewladên xwe jî bibin mînak.

Midûrê Giştî yê Weşanan û Pirtûkxaneyên Wezareta Çand û Hunerê Alî Odabaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku pirtûkxaneyên dergûşan projeyeke baş a Wezareta Çand û Turîzmê ye.

Odabaş destnîşan kir ku ji bo derqûşan pirtûkên gorî wan hatine amadekirin û dema destê xwe bi pirtûkan dikin deng dibihîzin û wiha domand: "Ji pitikan qesta me dergûşên hê nû hatine dinyayê û heta 3 saliyê û zarokên berî pêşdibistanê ne. Ji bo kurmê xwendinê bi meriv ra çêbibe ev temen muhim e û lazim e di vê heyamê da bên perwerdekirin.

Di axaftina xwe da Odabaş ragihand ku ev pirtûkxaneyên ji bo pitik û zarokan tên vekirin wê di pêşerojê da gelekî bi kêr bên.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.