Jiyan

Pireya Heskîf-2 ji bo vekirinê tê amadekirin

Li Batmanê Pireya Heskîf-2 ya ji ber ku Bendava Prof. Dr. Veysel Eroglu hat çêkirin pireya din di bin avê da ma şûna wê hat çêkirin ji bo vekirinê tê amadekirin.

Elif Irmak   | 04.03.2021
Pireya Heskîf-2 ji bo vekirinê tê amadekirin

Batman

 Li Batmanê Pireya Heskîf-2 ya ji ber ku Bendava Prof. Dr. Veysel Eroglu hat çêkirin pireya din di bin avê da ma şûna wê hat çêkirin ji bo vekirinê tê amadekirin.

Qaymeqamê Heskîfê Şenol Ozturk daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku Pireya Heskîf-2yê ji bo welêt û taybetî Heskîfê projeyeke girîng e.

Ozturk bi bîr xist ku piştî ku Bendava Prof. Dr. Veysel Eroglu kete xizmetê pireya kevin di bin avê da ma û diyar kir ku di sala 2019an da pire yekalî hat vekirin û beşa duyemîn jî çend roj berê kete fealiyetê.

Ozturk ragihand ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dê sibê bi vîdeo konferansê beşdarî vekirina Pireya Heskîf-2yê bibe û behs kir ku navçe li ser guzergeha Mêrdîn û Batmanê ye û wesayît ji wir derbas dibin, bi projeyê va di navbera Batman, Mêrdîn û Deriyê Sînor ê Xaburê da gehînek çêdibe.

Ozturk got ku pire 1001 mêtro dirêj e û 90 mêtro bilind e û yek ji pireyên herî dirêj ên Tirkiyeyê ye û got ku "Piştgiriya pireyê ya salane ya ji bo welatê me ji hêla wext û sotemeniyê va kêm zêde 29 milyon lire ye. Pireya me di heman demê da du bajêran nagihîne hev di heman demê da pêwendiya bi Rojhilata Navîn ra jî pêk tîne. Projeyeke gelekî girîng e. Lewra ez wisa difikirim ku dê nirxeke gelekî zêde bide navçeya me, welatê me û bi taybetî Heskîfê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın