Jiyan

Pireya Hesenkêf-2yê ya li Başûrê Rojhilatê sibê tê vekirin

Bi saya projeyê çûn û hatina di navbera Batman, Mêrdîn û Deriyê Sînor ê Xaburê da hêsan dibe

Haydar Şahin   | 04.03.2021
Pireya Hesenkêf-2yê ya li Başûrê Rojhilatê sibê tê vekirin

Ankara

Li Hesenkêfa navçeya Batmanê Pireya Hesenkêf-2yê ya bi 1001 mêtro dirêjahiya xwe va ji pireyên herî dirêj ên Tirkiyeyê ew ê sibê bi merasimê were vekirin.

Li gor aghaiyên nûçegihanê AAyê ji Wezareta Binesazî û Gihandinê sitand, ji bo hewcedariya avdan û ceyranê ya ku zêde dibe bibînin Bendava Ilisûy hat çêkirin û êdî bendav tijî av dibe ji ber vê jî rêbejaya Batman-Mêrdînê li Hesenkêfê di binê avê da ma.

Di vê çarçoveyê da ji bo herin Hesenkêfa barî qada teze kirin û di heman demê da pirsgirêka rêbejaya Batman-Mêrdînê çareser bikin li ser Bendava Ilisûyê Pireya Hesenkêf 2yê hat çêkirin.

Di çarçoveya projeyê da li ser pireya 1001 mêtroyî ji bo peyayayn jî peyarê hat çêkirin.

Piyên Pireya Hesenkêf 2yê ya hîbrît herî zêde 90 mêtro mesafeya navbera piyan jî herî zêde 168 mêtro ye. 681 mêtroyê pireyê bi konsola dengeyê, 320 mêtroyê wê bi sitûnên prefabrîk hat avakirin.

- Hem ewlehî zêde bû hem jî konfor

Di nîsana 2014an da dest bi avakirina Pireya Hesenkêf 2yê kirin, di çarçoveya xebatên Bendava Ilisûyê da rêya Batman-Hesenkêf-Kercews-Mîdyayê ji nû va li rexê qada bendavê hat çêkirin.

Bi projeyê va rêya Mêrdîn û Deriyê Sînor ê Xabûrê bi hev ra hat girêdan, ewlehî û konfora rê jî hat zêdekirin.

Pîlan dikin Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê bi rêya vîdeo konferansê, Adîl Karaîsmaîlogluyê Wezîrê Binesazî û Gihandinê jî li herêmê beşdarî merasima vekirina pireyê bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.