Jiyan

Paleyê înşeatê bi saya hîbeyê çêwlik ava kir û hilberîna hêkên organîk dike

Emrah Dagdaganê li Tetwana navçeya Bidlîsê di karên înşeatê da dixebitî bi saya Projeya Cotkarên Ciwan alîkariya hîbeyê hilda û di çêwlika ava kir da hilberîna hêkên organîk dike

Nihat Kavşut   | 13.08.2019
Paleyê înşeatê bi saya hîbeyê çêwlik ava kir û hilberîna hêkên organîk dike

Bitlis

Emrah Dagdaganê li Tetwana navçeya Bidlîsê di karên înşeatê da dixebitî bi saya Projeya Cotkarên Ciwan alîkariya hîbeyê hilda û di çêwlika ava kir da hilberîna hêkên organîk dike.

Projeya Cotkarên Ciwan ku bi destê Wezareta Xurek, Çandinî û Heywandariyê tê fînansekirin ji bona ciwanan bûye hêvî û ciwanên alîkariya hîbeyê distînin di tesîsên ku ava dikin da dest bi hilberînê dikin.

Emrah Dagdaganê li Tetwana navçeya Bidlîsê di karên înşeatê da dixebitî bi saya Projeya Cotkarên Ciwan alîkariya hîbeyê hilda û di çêwlika ava kir da dest bi hilberîna hêkên organîk kir.

Dagdaganê bi Projeya Cotkarên Ciwan 30 hezar lire alîkariya hîbeyê hilda li Adabaxa gundê li ber qeraxê Behra Wanê di çêwlikê da 700 mirîşkên bi cinsê ataks xwedî dike. Dagdagan ji xeynî qadeke girtî ku 200 mêtroqere ye ji bona mirîşk bigerin û qût bixwin jî eraziyeke 5 donimî jî bi têlan derdorê wê girtiye.

Emrah Dagdaganê mehê qederê 20 hezar hêk hildide di beşeke çêwlikê da jî mirîşkên bi cinsê Siltanê Osmaniyan, Îspenç û Fîzanê xwey dike.

Dagdaganê daxuyanî da nûçegihanê AAyê destnîşan kir dixwaze hejmara mirîşkan zêde bike.

Emrah Dagdagan diyar kir alîkariyên tên dayîn karê hilberînerên ciwan rehet dike û wiha got: "Ez dixwazim dewleta me zêdetir alîkariya hilberîneran bike. Divê tenê alîkarî ji bona mirîşk û dewaran neyê dayîn. Ez karê xwe dikim û bextewar im. Mirîşk havînê zêde hêk dikin lê zivistanê ji ber sermayê kêm dibe. Bi komî em liba hêkê bi 70-75 qurişî difiroşin. Me li ber çêwlikê ket avêtiye. Mirîşk di nav digerin û dixwin. Em êm didin wan lê em bixwe jî digerin û zikê xwe têr dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın