Jiyan

Pîrika Nadîmeya ku pêlîstoka kudika hirçê wek diyarî danê kêfxweş bû

Pîrika Nadîme Demirbaşa ku ket nav zarokan ji kesên dildar yên pêlîstokan belav dikirin pêlîstok xwest.

Cüneyt Çelik   | 22.07.2021
Pîrika Nadîmeya ku pêlîstoka kudika hirçê wek diyarî danê kêfxweş bû İsmail Kaplan - AA

Kars

 Li Qersê komeke kesên dildar li ser medyaya civakî bi dirûşma "Pêlîstokekê jî tu bide" kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin û di Eyda Qurbanê da bi pêlîstokan dilê zarokên li gund xweş kirin.

Di dema belavkirina alîkariyê da pîrika Nadîme Demirbaşa ku ket nav zarokan jî ji kesên dildar pêlîstok xwest.

Taner Guneş û hevalên xwe yên dildar ku li bajêr qederê 4 sal berê bi navê "Pêlîstokekê jî tu bide" hesabê medyaya civakî vekirin û ji bona zarokan pêlîstokan kom dikin îsal jî di eydê da kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin.

Koma ji kesên dildar pêk tê di Eyda Qurbanê da bi pêlîstokan li gundên Sogutlu û Yukari Kotanliya navçeya Selîmê dilê 300 zarokên li gund xweş kirin.

- Pîrika Nadîmeya ku pêlîstoka kudika hirçê wek diyarî danê kêfxweş bû

Pîrika Nadîme Demirbaşa ku ket nav zarokan û ji kesên dildar yên pêlîstokan belav dikirin pêlîstok xwest ekîbê hestiyar kir. Pîrika Nadîmeya ku pêlîstoka kudika hirçê wek diyarî danê him kêfxweş bû û him jî ji kêfê pêlîstokê hembêz kir û hêsir barand.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın