Jiyan

Pêncwîkên Agiriyê pêncsaliya xwe pîroz kirin

Fatîh û Hatîce Yilmaz 5 saliya pêncwîkên xwe pîroz dikin û kêfxweş in.

İbrahim Atmaca,Elif Irmak   | 18.02.2021
Pêncwîkên Agiriyê pêncsaliya xwe pîroz kirin

Ağrı

Li Agiriyê pêncwîkên keç Tenzîle, Rabîa, Havva, Berfîn û Hîranûr 5 saliya xwe bi kerîkirina pasteya ku dildarên jin ên Şaxa Agiriyê ya Heyva Sor a Tirk anî va pîroz kir û kêfxweş bûn.

Dildarên Jin ên Agiriyê yên Heyva Sor a Tirk seba pêncwîkên ku 5 sal berê li Bursayê di nexweşxaneyeke taybet da hatin dinyayê, nêzî 3 mehan di çaviya zarokên virnî da man û paşê bi malbata xwe ra vegeriyan Agiriyê, surprîza rojbûnê amade kir.

Dildarên jin bi pasteya rojbûnê ku resma pêncwîkan ser hatibû çêkirin û diyariyan va li taxa Firatê Fatîh Yilmazê ceyranciyê wesayîtan, Hatîceya jina wî û pêncwîkên wan ziyaret kirin.

Dildarên jin bi pêncwîkên bi navê Tenzîle, Rabîa, Havva, Berfîn û Hîranûrê û Ecrîn Duruya xwişka wan a 8 salî ra hatin bal hev û bi wan ra wext derbas kir û sohbet kir.

Pêncwîkên piçûk pifî findên ser pasteya ku ableyên wan ên dildar anî, kirin û paste bi hev ra kerî kir û pênsaliya xwe pîroz kirin.

Serokê Şaxa Agiriyê ya Heyva Sor a Tirk Orhan Tatli û jinên dildar ku ji pêncwîkan ra paste anîn û bi wan ra wext derbas kir, ji wan ra pêlîstok, pirtûka boyaxkirinê û qelemên boyaxkirinê diyar kirin.

- Malbata Yilmaz bi 6 keçên xwe ra jiyaneke bextewar didomîne

Bav Fatîh Yilmaz gote nûçegihanê AAyê ku dilxwazên Heyva Sor a Tirkan ên ku ew ziyaret kirin pêncwîkên wî gelekî kêfxweş kirin.

Yilmaz got ku bi keçên xwe ra jiyeneke bextewar didomînin û wiha axivî:

"Pêncwîkên me ketin 5 saliya xwe. Mijûlbûna bi zarokan ra zehmet e lê em elimîn. Dexesiya wan jî dest pê kir û dê sala bê dest bi dibistanê bikin. Şikir ji Xwedê re ku em kêfxweş in, ji bo me ya girîng ew e ku hemû sax û silamet bin. Hesteke xweş e ku mirov bibe bavê pênc zarokan lê aliyên wê yên dijwar jî hene. Ez çi bikirim mecbûr im ku ji heman tiştê pênc heban bikirim, rengek an jî deseneke cuda nikarim bikirim. Dema ez cil, xwarin û şekiran jî dikirim dexesiyê dikin lewra divê ez hemûyan wekî hev bikirim. Ez gelekî spasiya dilxwazên Heyva Sor a Tirkan dikim. Rojbûna keçên me pîroz kirin û diyarî dane wan. Pêncwîkên me yên ku ketin 5 salan tenê nehiştin."

- Kêfxweş e ku cara ewil pêncwîk dîtin

Neslîhan Taşdemira Berpirsyara Jinan a Şaxa Agiriyê ya Heyva Sor a Tirkan jî got cara ewil e pêncwîkan dibînin ji ber vê jî gelekî kêfxweş in.

Taşdemirê got ji niha pê va jî dê keçên biçûk gelek caran ziyaret bikin û wiha axivî: "Îro rojbûna pêncwîkên navdar ên Agiriyê ye. Pîrozkirina rojbûna zarokekî kelecaniyeke gelekî mezin e, ka hêla pênc zarokan bi hev ra bifikirin. Dema em ketin avahiyê me ji dengê zarokan mal nas kir. Me rojbûna zarokên xwe pîroz kir û gelekî kêfxweş bûn. Me bi diyariyan rojbûneke gelekî xweş pîroz kir. Em ê sala bê jî dîsa pêncwîkên xwe ji bîr nekin û bên înşeallah. Ez berî niha beşdarî rojbûna cêwîkan bibûm, pêncwîk ji bo min bû cara ewil."

Taşdemirê got ku di heman demê da pîrozkirina rojbûna pênc zarokan kêfxweşiyê dide mirov û xwestin ku bi wan ra kêfxweş bibin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın