Jiyan

Nanê tendûrê yê li Bidlîsê tê pehtin eleqeyê dibîne

Li Bidlîsê Salîha Yamaça 57 salî ku dayika 3 zarokan e li mala tendûrê ya ku bi zêrê ji hevala xwe deyn kir va vekir nanê tendûrê lê dixe û piştgiriyê dide debara malê.

Elif Irmak   | 04.03.2021
Nanê tendûrê yê li Bidlîsê tê pehtin eleqeyê dibîne Ahmet Okur - AA

Bitlis

 Li Bidlîsê Salîha Yamaça 57 salî ku dayika 3 zarokan e li mala tendûrê ya ku bi zêrê ji hevala xwe deyn kir va vekir nanê tendûrê lê dixe û piştgiriyê dide debara malê.

Yamaç piştî zewicî çû Stenbolê û 11 salan di fabrîqeyên tekstîlê da aşpêjî kir û paşê vegeriya bajarê xwe Bidlîsê.

Yamaçê bi 7 zêrên çaryek ên ku ji hevala xwe deyn kirin va li Bidlîsê mala tendûrê vekir û dest bi firotina nanê tendûrê kir û bi vî awayî piştgiriyê dide budçeya malbata xwe.

Yamaçê got ku di demên dawîn da eleqeya mirovan a ji bo nanê tendûrê zêde bûye.

Yamaçê got ku ji dervayî bajêr jî nanê tendûrê jê tê xwestin û wiha axivî:

"Ez hin rojan heta nîvê şevê dixebitim û hewl didim ku siparîşên dervayî bajêr bigihînim. Ez nên bi kargoyê dişînim. Nanê me 10 rojan li derva bimîne kartû nabe. Em berê şewbê 4 kes dixebitîn. Şikir ji Xwedê ra ku jin êdî li vir dikarin karê xwe bikin. Niha li hemû kargehan jin dixebitin. Piştî min ji 20î zêdetir tendûr hatin vekirin. Niha mêr piştevaniya jinan dikin. Ez ji pereyê ku ji vir qezenc dikim hewcehiyên malbata xwe pêk tînim. Ez ji vir zehf qezenc nakim lê dema mirov çav didin min û kargehan vedikin ez serbilind dibim. Ez bûm wesîleya karekî xweş."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın