Jiyan

Mêrgeyên Bidlîsê bi hatina biharê şên bûn

Li Bidlîsê ku yek ji wan parêzgehên Tirkiyeyê ye ku herî zêde berf lê dibare, heywandaran, pezê ku mehên zivistanê di hundir da tê alifkirin berda çêreyê.

Önder Beyter  | 30.03.2020 - Rojanekırın : 01.04.2020
Mêrgeyên Bidlîsê bi hatina biharê şên bûn

Bitlis

Mêrgeyên Bidlîsê ku yek ji wan parêzgehên Tirkiyeyê ye ku herî zêde berf lê dibare, bi hatina biharê ra şên bûn.

Li navçeya Hîzanê ku zivistaneke herî dijwar a salên derbasbûyî li dû xwe hişt, heywandarên ku bi mehan pezê xwe di hundir da an jî li ser dirûngeyê alif kirin, bi hatina biharê ra pezê xwe berdan çêreyê.

Piştî ku berf heliya û erd qul bû, li herêma Xeydayê pez derket çêre û bi vî awayî heywandar jî ji barê alifê pez xilas bûn.

Keriyên pez li mêrgeyên ku qedera 6 meh şûnda hêşîn bûn, belav bûn û bi vê yekê ra dîmenên rengîn derketin holê.

Serokê Odeya Ziraeta Hîzanê Erkan Durmaz di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku bi hatina biharê ra erd qul bû, xweza şên bû û lewma jî heywandaran deriyên goman vekirin û pez berdan çêre.

Durmaz bal kişand û erdnîgariya navçeyê asê û berbelav e û wiha dewam kir:

"Li hinek ciyan raqim dibe 3 hezar û 500 metreyî. Li van deran belekî hê jî mane. Heywandar alifê heywanan havînê amade dikin. Di van rojên dawîn da ka û gihayê heywandaran kêm bûbû. Li ciyên ku raqima wê 800 metre ye jî mêrge êdî reş bûn û çêre hêşîn bûn. Ji ber vê çendê jî heywandaran pez berda çêre. Herwiha ber bi havînê jî rêwîtiya heywanan a bo zozanan dê dest pê bike."

- "Em ê 2 meh şûnda derkevin zozan"

Heywandar Îsa Îne jî diyar kir ku li gundê Kapisuyuyê piştî ku dinya germ bû, wan heywan derxistin çêre.

Îne diyar kir ku îsal ji ber ku dinya zû germ bû, ew ji barê zêde yê alifê pez jî xilas bûn û wiha dewam kir, "Hewa baş e. Li gorî par çêre hinekî kêm e. Em ê 2 meh şûnda derkevin zozan."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın