Mizgefta Qudsê ya ku di şerê li Sûriyeyê da zirar dîtibû, bi piştevaniya xêrxwazê Tirk ji nûva ji îbadetê ra vebû
Muhammed Karabacak, Ömer Koparan
18 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2026
photo: Izz Aldien Alqasem / AA
Mizgefta Qudsê ya ku di şerê li Sûriyeyê da zirar dîtibû, bi piştevaniya xêrxwazê Tirk ji nûva ji îbadetê ra vebû
ŞAM
Li Şama paytexta Sûriyeyê, Mizgefta Qudsê ya ku di bordûmana rejima Esed û Rûsyayê da zirar dîtibû û êdî nema dihat bikaranîn, piştî qedandina xebatên lênêrîn û temîrkirinê yên ku bi piştgiriya saziyên alîkariyê yên ji Tirkiyeyê hatine kirin, bi merasîmekê ji bo îbadetê hate vekirin.
Di merasîma vekirinê da Parlamenterê Stenbolê Hasan Turan, Serokê Platforma Piştgiriya Filistînê Osman Nûrî Kabaktepe, Serokê Lijneya Rêveberiyê ya YENNIADê Selman Esmerer, rayedarên Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Şamê, Alîkarê Waliyê Şamê, Rêveberê Rêveberiya Weqfa Şamê û gelek niştecihên herêmî amade bûn.
Bernameyê bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir û bi axaftinên rayedaran berdewam kir. Karbidestên ku di bernameyê de axivîn, telezî li girnngiya hevgirtina di navbera gelên Tirkiye û Sûriyeyê de kirin.
Di merasîmê de îlahî hatin gotin, û zarokên kesên ku di bombebaranên rejîma Esed de jiyana xwe ji dest dane jî derketin ser dikê û stranên bi mijarên berxwedan û azadiyê gotin.
Wêne : Izz Aldien Alqasem/AA
- "Em biratiya xwe ji nû va ava dikin û hêviyê ji nû va geş dikin"
Parlamenterê Stenbolê yê AK Partiyê Hasan Turan li vir bi nûçegihanê AAyê re axivî û diyar kir ku li herêma Kampa Yermûkê ya ku ji ber şer wêran bûbû jiyan ji nû va dest pê dike û got, "Îro em li vir tenê mizgeftekê venakin. Em biratiya xwe ji nû va ava dikin û hêviyê ji nû va geş dikin."
Turan diyar kir ku Mizgefta Qudsê bi piştgiriya xêrxwazên ji Tirkiyeyê hatiye restorekirin û gelek rêxistinên civaka sivîl û bexşker, bi pêşengiya Komeleya Mavi Marmarayê, beşdarî projeyê bûne.
Turan tekez kir ku Tirkiye her tim li kêleka Sûriyeyiyan û Filistîniyan sekinîye û got, "Di bin serokatiya Serokomarê me, dewleta me, saziyên me û xêrxwazên me da, em berdewam dikin ku têkiliyên biratiyê li herêmê xurt bikin."
Wêne : Izz Aldien Alqasem/AA
- "Mizgeft dê bibe navendek ku civak dîsa lê bicive"
Îsmaîl Songur, Serokê Komeleya Mavi Marmarayê, diyar kir ku Mizgefta Qudsê, ku li Kampa Penaberên Filistînî ya Yermûkê li Şamê ji nû va hate restorekirin û ji bo îbadetê hate vekirin, ne tenê cihekî îbadetê ye, lê di heman demê da vejandina bîra civakî û çandî ya kampê jî temsîl dike.
Songur bi bîr xist ku Kampa Yermûkê nêzîkî 10 sal berê rastî dorpêç û êrîşên giran hatiye, û tekez kir ku niştecihên kampê trajediyên mezin ên mirovî jiyane.
Songur got ku rewşa xirab a Mizgefta Qudsê di her serdana Yermûkê de bandorek kûr li wan kiriye, û restorekirina mizgeftê ji vekirina cihekî îbadetê bêtir, zêdetir watedar e.
Songur wiha got:
"Ev mizgeft di heman demê da xalek civînê, holeke kombûnê û cîhek ji bo çalakiyên civakî ye. Mizgeft dê bibe navendek ku civak dîsa lê bicive. Wekî din, ew ê beşdarî parastina bîra dîrokî û çandî ya dîasporaya Filistînî ya li Sûriyeyê bibe."
Songur destnîşan kir ku Mizgefta Qudsê piştî nêzîkî salek xebatê bi tevahî hatiye nûjenkirin û got ku mizgeft bi kapasîteya 1000 kesan ji nû va hatiye vekirin.
Songur bi gotina hêviya xwe ya ku Mizgefta Qudsê dê gelek salên pêş de xizmeta Filistîniyên li Yermûkê bike, dawî li axaftina xwe anî.