Jiyan

Mihemedê astengdar ê AAyê çîroka wî ragihandibû dê li Tirkiyeyê were tedawîkirin

Ömer Koparan,Ethem Emre Özcan   | 16.06.2021
Mihemedê astengdar ê AAyê çîroka wî ragihandibû dê li Tirkiyeyê were tedawîkirin

El Bab

Li Sûriyeyê Mihemed Şehabiyê 15 salî ku di şerê navxweyî da di êrîşeke balafirê da zirar gihîşt hestiyê pêşta wî, bi kordînasyona Wezareta Tenduristiyê anîn Tirkiyeyê. Koma Tenduristiyê Romatemê tedawiya Mihemed hilda ser xwe.

Mihemed li navenda navçeya Babê ya li bakurê Sûriyeyê gava 10 salî bû di êrîşeke asîmanî da perçeyên şarapnelê li bedena wî ketibûn û di encamê da Mihemed bûbû astengdar. Piştî ku AAyê 10ê Hezîranê çîroka Mihemed ragihand, di kordînasyona Wezareta Tenduristiyê û Walîtiya Gazîentabê da Koma Tenduristiyê Romatem ket dewrê.

Koma taybet a tenduristiyê tedawiya Mihemedê 15 salî hilda ser xwe. Ekîbên Walîtiyê û yên Wezareta Tenduristiyê jî xwe gihandin malbata li Sûriyeyê û her wiha Mihemed û diya wî Um Mihemed Şehabî anîn Tirkiyeyê.

Mihemed li deriyê sînor ê Çobanbeyê yê li navçeya Eybeliyê ya Kilîsê daxuyanî da peyamnêrê AAyê û diyar kir ku ew zehf kêfxweş e.

Mihemed sipasiya hemû kesên xwedîbehre kir û wiha got, "Xwedê ji wan hemû kesan razî be ku keda wan çêbû. Înşelah ez ê baş bim û bibim wek halê xwe yê berê û wisa vegerim. Ez ji bo tedawiyê diçim xaka Tirkiyeyê. Ez ê înşelah bi meşê vegerim Sûriyeyê."

- "Em sipasiya Tirkiyeyê û ya Ajansa Anadoluyê dikin"

Diya Mihemed, Um Mihemed Şehabiyê jî diyar kir ku banga kurê wê gihîşt ciyê xwe û lewma jî ew ji şabûnan nikare xeberde.

Şehabiyê wiha xeberda, "Ji bo tedawiya Mihemed em sipasiya Tirkiyeyê û ya Ajansa Anadoluyê dikin. Xwedê ji wan hemû kesan razî be ku keda wan çêbû. Em li benda diayên we ne ku Mihemed baş bibe."

- Çîroka Mihemed

Mihemedê ku li navenda navçeya Babê ya li bakurê Sûriyeyê digel dê û 3 xwîşk û birayên xwe dijî, serê 2016an gava 10 salî bû di êrîşeke asîmanî da perçeyên şarapnelê li bedena wî ketibûn û di encamê da Mihemed bûbû astengdar.

Di vê êrîşê da zirar gihîştibû hestiyê piştê û asaban ên Mihemed û lewma jî her roj hema hema serê her seatê Mihemed krîzê derbas dike û tûşî êş û azareke nedîtî dibe.

Mihemed 10ê Hezîranê di daxuyaniya xwe ya dabû AAyê da diyar kiribû ku ew dixwaze li Tirkiyeyê were tedawîkirin. Mihemed gava daxuyanî dabû peyamnêrê AAyê jî krîz derbas kiribû û vî halê wî dilê mirovan dax kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın