Meymûna bi navê "Pîrê" ji kudikên meymûnan ra maktiyê dike
Malatya
Li Bexçeyê Heywanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê meymûna ji cisnê makakê ku navê "Pîrê" lê kirine ev 5 sal e bi tena serê xwe dima û "Pîrê" niha ji 3 kudikên meymûnên ji qaçaxçiyan hatin xilaskirin ra maktiyê dike.
Nêzî 2 meh berê li Deriyê Sînorê Agirî Gurbulaxê ev her sê kudikên meymûnan hatin qefaltin û ekîba Midûriyeta Şaxa Agiriyê ya Midûriyeta Herêma 13mîn a Parastina Siruştê û Parqên Neteweyî her sê meymûn şandin baxçeyê heywanan a li Meletiyê.
Kudikên meymûnan hatin kontrolkirin û paşê derxistin pêş "Pîrê" ya bi salan e bi tena serê xwe ye.
"Pîrê"ya 11 salî li her sê kudikan xwedî derket û heya ji dest tê wan xwedî dike û bi wan ra eleqedar dibe.