Jiyan

Li zozanên Mûşê bêrîvan li ser karê xwe ne

Sabri Yıldırım  | 29.06.2022 - Rojanekırın : 30.06.2022
Li zozanên Mûşê bêrîvan li ser karê xwe ne

Muş

 Koçerên ku tevî birên xwe yên pez ji Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hatin zozanên têrçêre yên Mûşê, ji şîrê pez penêr digirin.

Koça koçerên ji Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ya ber bi zozanan didome.

Koçer ji bo ku pezê xwe bibin zozanên têrçêre, bi rojan di rê û dirban da diçin.

Piştî rêwîtiya mehekê koçeran konên xwe li zozanên Çiyayê Şenyaylayê û yê Kozmayê danîn û li vê derê ji şîrê pezê xwe penêr digirin û her wiha difiroşin.

29.06.2022

Li zozanên Mûşê bêrîvan li ser karê xwe ne

Koçerên ku tevî birên xwe yên pez ji Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hatin zozanên têrçêre yên Mûşê, ji şîrê pez penêr digirin.

Heywandar Ahmet Çoban ku ji Mêrdînê hatiye zozanên Mûşê ji rojnamegeran ra diyar kir ku ew ê 3 mehan li zozanên Mûşê bimînin.

Çoban destnîşan kir ku ew rojê du danan diçin bêriyê û bêrîvan pêz didoşin, ji şîr penêr digirin û difiroşin mandireyan.

Çoban bal kişand ku heywandarî karekî giran e û wiha dewam kir, "Em alîkariya jinan dikin. Mêr pez didoşin. Bavê min û kalikê min jî ev pîşe dikirin. Em jî malbatî vî karî didomînin. Em karekî din nakin."

Înan Toga jî got ku ew salê 5 mehan li zozanan di konan da dimînin.

Toga her wisa got ku ew ji şîr, penêr digirin û difiroşin, jiyana wan pir dijwar e û ew roj û şev miqatî ajalên xwe dibin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın