Jiyan

Li zozana ku aliyekê wê berf e û aliyek jî bihar e sermayê pêşî li koçeran girtiye

Li Herêma Rojhilat Anadoluyê her sal di demsala havînê da bi sedan koçer dertên Zozanê Derecekê yê li Ava Kevir a navçeya Agiriyê, lê ji ber rewşa hewayê jiyana zozanan hê dest pê nekiriye.

İbrahim Atmaca   | 03.06.2020
Li zozana ku aliyekê wê berf e û aliyek jî bihar e sermayê pêşî li koçeran girtiye ( Abdullah Söylemez - Anadolu Ajansı )

Ağrı

 Li Herêma Rojhilat Anadoluyê her sal di demsala havînê da bi sedan koçer dertên Zozanê Derecekê yê li Ava Kevir a navçeya Agiriyê, lê ji ber rewşa hewayê jiyana zozanan hê dest pê nekiriye.

Zozan 20 kîlomêtre dûrî Ava Kevir e û ji dawiya biharê heta serê çileyan mazûvaniya koçerên Îdir û Bazîdê dike.

Çêreya zozanê Derecekê xweşe çem û kaniyên wê timî diherikin. Raqima wê ser 2 hezarî ra ye û her bihar bihelîna berfê ra jiyana koçeran a dijwar li zozanê dest pê dike, serê çileyan bi sarbûna hewayê ra cardin vedigerin warên xwe.

Havînê ji ber ku zozan hênik e, koçer heywanên xwe di hênikahiyê da diçêrînin, doşaniyê xweyê zivistanê jê hildidin. Lêbelê ji ber ku li herêmê hewa hê sar e û barandibare, koçeran hê dest bi hilgêrê nekiriye.

- Li aliyekê berf heye li aliyekê bihar e

Li herêmê her sal serê gulanê kon tên vegirtin û jiyana koçeriyê dest pêdike, lê ji ber zivistana îsal dijwar derbas bû û bihar dereng hat,vê jiyanê hê dest pê nekiriye.

Ji aliyekê va çêreya zozanê hêşîn bûye, gul û kulîlkan lê vekiriye, ji aliyekê va jî hê li ser hin eraziyên wê berf ranebûye.

Hin rêncber jî heywanên xwe derxistine zozanê heywanên xwe rojane diçêrînin.

Rêncber di bin şilî û şoyiyê da zikê heywanên xwe têr dikin.

- "Bihar hatiye lê, qet naşibe biharê"

Ji rêncberan Mehmet Artan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan zivistana xwe li Îdirê derbas kir û ew havînê hatin zozanê.

Artan got ku îsal saleke xerîb e û wiha dewamkir:

"Îsal hewa qet xweş nabe. Timî bager e. Ji ber vê jî koçer hê derneketine zozanan. Em jî ji bo ku pezê xwe biçêrînin, em hatine li vê derê dimînin. Li van derana hewa pir sar e. Koçer wê heta 20 roj an jî mehekê werin. Li her derê zozanê kulîlkan vekiriye. Em bi şev li derva radizên û hewa pir sar e. Bihar hatiye lê, qet naşibe biharê. Hê berfa serê çiyan hemû neheliyaye. Her sal vî wextî hemû koçer li vê derê bûn û li herderê kon dihatin vegirtin. Îsal hê kes nehatiye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın