Berfin Sidar Aşit
12 Hezîran 2026•Rojanekirin: 12 Hezîran 2026
BÎTLÎS (AA) - Li Zanîngeha Bidlîs Erenê 2 hezaqr û 800 xwendekar mezun bûn.
Merasima ku li Kampusa Rehwayê ya zanîngehê hat lidarxistin bi merşa kortejê govendê dest pê kir.
Waliyê Bidlîsê Ahmet Karakaya xwendekarên mezun bûn pîroz kir.
Karakaya diyar kir ku pêvajoya perwerdeyê dirêj û dijwar e û ev gotin:
"Pêvajoya perwerdeyê biqasî kesan ji bo welatan
jî girîng in. Ez dixwazim destnîşan bikim ku di vîzyona Sedsala Tirkiyeyê ya welatê me da gelekî girîng e ku ciwan bi awayê herî baş ji bo jiyanê amade bin. Perwerde li dibistanan tenû nayê hildan. Gelekî girîng e ku zarokên me di warê akademîk û zanistî da xwe gelekî ba bigihînin. Em di serdema zanînê da ne. Em girîngiyê didin ku zarokên me ji xeynî qada akademîk di warên sportîf, çandî û civakî da jî bibin xwedî qabiliyet."
Rektorê Zanîngeha Bidlîs Erenê Necmettîn Elmastaş jî got ku "Zanîngeha Bidlîs Erenê di warê zanist û akademiyê da zanîngeheke di standartên navneteweyî da ye. Ji damezrîna wê heta niha me ji 28 hezarî zêdetir xwendekar mezun kirin niha em 2 hezar û 800 xwendekarên din mezun dikin. Li zanîngeha me jimara beş û yekîneyên akademîk her ku diçe zêde dibe. Di 4 salên dawîn da me fakulteyên zanistên tenduristiyê, zanistên werzişê, zimanên biyanî, turîzm û tibê ava kir. Em îsal dê ji bo fakulteya tibê xwendekarên xwe yên ewil hildin."
di merasimê da plaket dan xwendekarên ketin dereceyû û piştî ku xwendekaran kepên xwe avêt merasim bi dawî bû.
Şaredar Nesrullah Tanglay, Serdozgerê Komarê Emre Genç, Serokê Komîsyona Edaletê Cîhat Ateş, Fermandarê Cendirmeyan a Bajêr Tuxgeneral Bariş Soyal, Midûrê Ewlehiya Bajêr Koray Şensoy, personelên akademîl û îdarî, xwendekar û malbatên wan beşdarî merasimê bûn.